Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe

img
RIHA - Komîsyona ji bo amadekariyên 1’emîn Kongreya DEM Partiyê ya Rihayê hatiye avakirin, ji bo kongreya sibê banga tevlibûnê kir. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê ji bo rêveberiya nû diyar bike dê sibê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Kongre dê sibe saet di 10.00’an de li Eywana Dawetê ya Çamlik a Şehîtlîkê ya  navçeya navendî ya Halîliyeyê bê lidarxistin. 
 
Komîsyona amadekar a kongreyê têkildarî mijarê li avahiya partiyê daxuyanî da. Berdevkê Komîsyonê Mehmet Serhat Polatsoy di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Bi qasî zeviyên berhemdar ên Rihayê, Riha ji hêla nasmameyên çandî ve jî gelek dewlemend e. Nêzî 3 milyon nifûsa Rihayê heye û bi sedhezaran karkerên demsalî dişîne bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Ev yek çarenûsa Rihayê nîne. Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin. Ev du hilbijartinin ev feraset qeyûman tayînî şaredariyên me dike. Guh nadin vîna gel. Feraseta ku nizane bajaran birêve bibe, rêveberiyê dike. Lewma civakê dirizîne. Ciwanên me têxin kemîna hişbirê û bi hemû amûrên xwe ve fihûşê asayî dikin. Bajarên me ji hêla kesên nezan ve tên talankirin. Ji ber van hemû sedeman, divê em ji polîtîkayên qeyûman re bibin bersiv.”
 
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Polatsoy, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdar, li tevahiya welêt kesên ne wekî wan difikirin terorîze û tecrîd dike. 33 meh in malbat ji xizmên xwe agahiyê nagirin. Ji birêz Ocalan ê di pêvajoya çareseriyê de wek muxatap dihate girtin, agahî nayê girtin. Hêviya çareseriyê di bin tecrîdê de ye û kesek nikare pirsa ‘çima’ bike.”
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Herî dawî jî Polatsoy wiha got: "Girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê. Girtî daxwazên xwe eşkere dikin. Dibêjin ‘Jiyan di bin tecrîdê de ye.’ Pirsgirêka bajarê me ne tenê aborî ye. Ev pirsgirêk, pirsgirêkên tevahiya bajaran e ku bi hev û du re têkildar e û  mezin dibe. Em di atmosfereke wiha de 1’emîn Kongreya DEM Partiyê ya Rihayê li dar dixin. Em ê sibê kongreya xwe ya bi kedeke mezin hatiye dayîn, dê li dar bixin. Banga me ji bo her kesî ew e ku tev li bibin.”