Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn

img
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî sedemê bidawîkirina abonetiya Rojnameya Yenî Yaşamê ya li Meclisê ji Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş pirsî. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mûşê Sezaî Temellî têkildarî Rojnameya Yenî Yaşamê ku ji 27’ê tebaxa 2021’an ve nagirin Meclisê bi daxwaza Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bibersivînê pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Temellî di pêşniyazpirsa xwe de diyar kir ku Rojnameya Yenî Yaşamê li nava welat û netewî weke çapkirî û li ser malpera înternetê bi awayekî dîjîtal weşaneke netewî û navnetewî dike û hemû prosedurên qanûnî bi cih tîne û qeyda xwe li cem Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê çêkiriye. Temelî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rojnameya ku her roj 4 hezar 500 tê çapkirin 2 hezar û 800’î wê her roj li bayiyan tê belavkirin. Hejmara aboneyên rojnameyê yên rojane 1700’in. Rojnameya Yenî Yaşamê bi abonetiya e rojnameyê û çapkirî jî digihe xwînerên xwe.”
 
‘SEDEMÊ BIDAWÎKIRINA ABONETIYÊ ÇI YE?
 
Temellî ji bo ku bi bersivîne ev pirs ji Kûrtûlmûş pirsîn: 
 
“Sedemê bidawîkirina abonetiya Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji aliyê Serokatiya Xizmetên Arşîvê û Pirtûkxaneyê ve çiye? Têkildarî bidawîkirina abonetiya rojnameyê tu tebligat ji rêveberiya rojnameyê re hatine şandin? Heke nehatibine şandin çima nehatiye teblîxkirin? Hejmara rojname, kovar û weşanên herêmî û netewî yên abonetiya wan 5 sal in ji aliyê Serokatiya Xizmetên Arşîvê û Pirtûkxaneyê ve hatine bindawîkirin çend e? Ev kîjan in? Sedemê bidawîkirina abonetiya wan çi ye?”