Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, diyar kir ku kesên Doza Kobanê qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine û wiha got: “Fîgen Yuksekdag dê daraza serwer a mêr dîsa darizîne.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlamenter tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Turkoglû ya di daxuyaniyê de axivî, da zanîn ku ew ê tev li danişînê bibin û piştevaniyê mezin bikin û wiha got: “Îro li gelek cihan rêhevalên me yên jin vê piştevaniyê mezin dikin. Ew ê Figen Yuksekdag dîsa daraza desthilata mêr dîsa bidarizîne. Heqiya vê têkoşînê îro dîsa derdikeve holê. Em ê di vê dozê de li gel Figen Yuksekdag bin û piştevaniyê mezin bikin. Ji bo heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin. Îro di heman demê de 19’ê kanûnê salvegera Komkujiya Mereşê ye. Di heman demê de salvegera 'Operasyona Vegera li Jiyanê ye'. Di bin vî navî de di girtîgehan de 30 girtî hatin qetilkirin. Ev komkujî sûcên mirovahiyê ne. Îro di doza kumpasê ya Kobanê de ev mesele bêtir xwe derdixe holê. Îro nîşan da ku têkoşîna me ya dîrokî çiqas mafdar e.”
 
‘EV SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Turkoglû, diyar kir ku di vê dozê de ne kes gel tê darizandin û wiha pê de çû: “Di doza kumpasê ya Kobanê de hemû gel tên darizandin. Loma ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hevalên li vir tên darizandin sûcê mirovahiyê teşhîr kirine. Ev hevalên me ji ber li dijî sûcên mirovahiyê li berxwe didin tên darizandin. Bibîrxistina van komkujiyana di heman demê de hesabpirsîna me ye. Wê li dijî van sûcan têkoşîna me dewam bike.”
 
Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
“Dema em gelek caran doza komployê ya Kobanê tînin ziman em vî tiştî dibêjin. Kesên ev doz vekirin, lêpirsîn dan destpêkirin û dosya vekirin û serokê heyeta dadgehê serokekî sûc derket. Rêxistina sûc ava kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku ev doza komployê ye. Kesên ev dosye qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine. Kesên Kobanê diparêzin li dijî mirovahiyê sûc nakin. Ew nirxên mirovahiyê diparêzin. Wekheviya gelan diparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
FÎGEN ÎLHAMÊ DIDE ME
 
Figen Yuksekdag bi têkoşîna xwe ji me re bûye îlham. Li girtîgehan bi awayekî nehiqûqî rejîma tecrîdê hatiye avakirin. Hevalên me li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam dikin. Serî natewînin. Di heman demê de îro rojbûna Figen Yuksekdag e. Em dibêjin hem ji bo me hem jî bo Figen Yuksekdag diyariya herî mezin azadî ye.”
 
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî piştevaniya jinan”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye” hatin berzkirin.