Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e

img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê li Meclisê axivî, bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî û perwerdehiya zimanê dayikê û li ser kursiyê bi gotinên kurdî yên “Zimanê me jî kurdî ye û kurdî xeta me ya sor e” bertek nîşan dan. 
 
Parlamenterên jin ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û saziyên girêdayî wan ên li Meclisê tên nîqaşkirin axivîn. 
 
Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a mafê axaftinê wergirt, bi silavkirina girtiyên siyasî dest bi axaftina xwe kir. Sayyîgît a bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da, bal kişand ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye. 
 
ÎXBAR KIR 
 
Sayyîgît, da zanîn ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 19 milyon xwendekar hene lê tenê ji milyonek û 700 hezar xwendekaran re piştgiriya xwarinê tê dayîn û wiha got: “Hatiye diyarkirin ku ji bo zarok xwarineke baş bixwin divê 3 danan û herî kêm 2 navber danan xwarinê bixwin. Hûn me guhdar nekin jî qet nebe wezareta xwe guhdar bikin. Di van şertên xizaniya her ku diçe kûr dibe de ji bo di hemû astên perwerdehiyê de xwarina bêheq bê dayîn me pêşniyazpirs da. Ez careke din ji gelên me re îxbar dikim; Ji ber ku ev pêşniyazpirsa me bi dengên AKP’ê û hevkarê wî yê biçûk hate redkirin. Li holê ye ku xwendekar ne serkeftî ne, ji ber ku sedemê vê yê bingehîn ew e ku AKP armanc dike ku nifşekî kîndar û dîndar ava bike. Îro dibistan, xwendekar, mamoste û malbat di nav de gelek protokol bi komeleyên olî, cemaet û weqfan re hatine îmzekirin.”
 
DI SERDEMA FEZAYÊ DE JÎ YEK ZIMAN 
 
Sayyîgît, bal kişand zimanên li Tirkiyeyê tên axaftin û wiha got: “Anatoliya û Mezopotamya ku gelek şaristanî tê de derbasbûne weke baxçeyê zimanan, mozaîkeke rengîn di nava xwe de dihewîne. Em li dijî vê di serdema fezayê de hêj dibînin ku feraseta yek ziman, yek netew û yek ol hêk didome. Di sedsala ewil a komarê ziman hatin qedexekirin, hin ziman ji holê hatin rakirin, hin ziman jî niha li ber ji holê rabûnê ne. Zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî jî di nava zimanên ku bi polîtîkayên pişaftin û înkarê re rû bi rû dimînin de ne. 
 
SEDSALEKE DIN NIKARE BÊPAR BIMÎNE
 
Cihê şermê ye ku gelek li ser axa xwe zimanê xwe yê dayikê hilbijêre. Ji bilî vê yekê ji ber ku dersên zimanê kurdî hatin bêbandorkirin di nava heft salan de hejmara xwendekarên ku dersê hilbijêrin ji 80 hezarî daket 23 hezarî. Li vir jî polîtîkayên we yên bizanebûn hene. Dîsa AKP qala TRT Kurdî dike lê tenê ji bo ku propagandaya xwe bi kurdî bike bikartîne. Helbet destkeftiyên polîtîk û çandî yên têKoşîna gelê kurd ji bo me gelek girîng in û em bi her awayî xwedî jî li van derdikevin lê daxwaza bingehîn a kurdên kurmanc û zaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Gelê kurd sedsaleke din nikare ji zimanê dayikê bêpar bimîne. Navê vê dê bibe qetilkirina zimanekî.”
 
‘XETA ME YA SOR E’ 
 
Sayyîgît gotinên xwe yên dawî yên li ser kursiyê bi kurdî kirin. Sayyîgît bal kişand ser zaravayên kurdî û diyar kir ku herkesên bi van zaravayan diaxive kurd e û got: “Zimanê me jî kurdî ye. Kurdî xeta me ya sor e.” Li ser ji AKP’ê û MHP’ê û Partiya ÎYÎ îtîraz hate kirin Sayyîgît wiha got: “Qadroya tercûmanan bîne.”
 
Serokwekîlê Meclisê jî xala 3’yemîn a Makeqanûnê bi bîr xist û diyar kir ku zimanê fermî tirkî ye û xwest ji bilî tirkî bi tu zimanên din axaftin neyên kirin. 
 
Dû re parlamentera Bedlîsê Semra Çaglar jî axivî û diyar kir ku tevî kêmasiya mamosteyan, mamoste nayên tayînkirin. Çaglar diyar kir, desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide her qada perwerdeyê weke qadeke hegemonya çandî û propagandaya îdeolojîk dîzayn bike.