Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in

img
ENQERE -   AKP'ê bi îmzeya 316 wekîlan ji bo namzetiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryara komê girtin. 
 
Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku AKP'ê bi îmzeya 316 wekîlan ji bo namzetiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryara komê girtin. Yildirim, anî ziman ku dibe ku ew bedarî civîna dawî ya koma partiya xwe dibe û wiah got: "Ji ber vê yekê şikir ji xwedayê me re. Ev îttifak, îtîfaqa  ruhê Yenikapi ye. Em dê sibê tevî Serokê MHP'ê serî li YSK’ê bidin. Namzetê me Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan e. Ji bo em Erdogan namzet nîşan bidin me bi îmzeya 316 parlamenteran biryara komê stend. Heta niha ji bo bernamzetiya parlamenteriya AKP’ê 5 hezar û 997 mêr û 1332 jin bi giştî  7 hezar û 329 kesan serlêdan kiriye.