Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin

AMED - Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn da zanîn ku wan dest bi serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî kirine û diyar kir ku dê pêşhevdîtinên têkildarî serlêdanan heta 9’ê kanûnê bidomin. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî serlêdanên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî li avahiya xwe daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Bi civaka birêxistinkirî ber bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ve” hatibû daliqandin. Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi rejîma qeyûman îradeya gelê me hate xespkirin. Planek xistin dewrê lê ev plan bi ser neket. Gelê kurd îro siyaseta dewleta tirk diyar dike û ev plan vala derxist. Sepana qeyûman ji bilî neheqî û derhiqûqtiyê tiştek neda gel. Her tiştên aydê gel hatin firostin, pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Sekna polîtîk a gelê kurd got ku ji bo rojekî jî be dê şaredariyan bi det bixe û di hilbijartina ewil de stand.” 
 
‘SERLÊDANÊN BERNAMZETIYÊ DEST PÊ KIRIN’ 
 
Bi domdarî Şahîn da zanîn ku bi destê walîtiyan li bajarên mezin û bi destê qeymeqaman jî li navçe û bajarokan qeyûm hatine tayînkirin û wiha pê de çû: “Gelek nelirêtî di pergala heyî de hene. Em ê bi destê gel van şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bigirin û bixin xizmeta gel. Îdiayên ku dê qeyûm bên tayînkirin jî bi inyeteke baş nayên kirin. Li Amedê ji îro ve serlêdanên bernamzetan dest pê kirin.  Piştî diyarkirina namzetan jî em ê dest bi xebatan bikin. Em ê bibêjin ku êdî hûn nikarin vîna gel xesp bikin. Dê gelê me sekna xwe nîşan bide. Dê serlêdan heta 8’ê kanûnê bidomin. Pêşhevdîtin jî dê di navbera 27’ê mijdarê û 9’ê kanûnê de bên kirin. Divê gelê me xwe tev li pêvajoyê bike. Banga me ji bo temamiya gelê me ye.” 
 
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî got ku di bin zext û zilman de dikevin hilbijartinan. Yaray, axaftina xwe wiha qedand: “Bi tayînkirina qeyûman re zexta herî mezin li jinan tê kirin. Em jin dê bi sekna xwe li dijî van zextan li ber xwe bidin. Em li vir careke din dibêjin ku pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em dixwazin ku di vê hilbijartinê de jî jin derkevin pêş.”