Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome

img
ŞIRNEX - Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di kongreya partiya xwe ya Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a têkildarî navê HEDEP’ê: “Heta ku ev ruhê berxwedêr û hêvî di gelê me de hebe, navê partiya çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Cizîr a Şirnexê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Dîsa em dîsa azadî” li Eywana konferansan a Şehîd Orhan Dogan a li avahiya partiyê hate lidarxistin. Parlamenterên HEDEP’ê yên bajar Newroz Uysal Aslan û Zekî Îrmez, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya herêmên Demokratîk (DBP) û HEDEP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER), Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Mafên Mirovan (KESK) a Şirnexê, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û gelek kesên din tev li kongreyê bûn. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hate hilbijartin. 
 
‘EM JI BO DEMOKRASIYÊ TÊDIKOŞIN’ 
 
Di kongreyê de ji ewil Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û wiha got: “Ji salên 90’î heta niha gelek partiyên me yên ji bo demokrasiyê têdikoşiyan hatin girtin. Partiyên me hatibin girtin jî me têkoşîna xwe bi partiyên nû domand. Heta ku pirsgirêka kurd tê çareserkirin jî dê têkoşîna me bidome. Em hatin girtin, hatin qetilkirin û me gelek bedel dan. Em bejna xwe li hemberî gelê xwe yê bedel dayî ditewînin. Dixwazin bi zext û zorê gelê me asteng bikin û bêçare bihêlin. Lê em dizanin ku gelê me bihêz e û xwedî hêvî ye. Lewma tev li xebatan dibin.  Çavê tevahiya Kurdistanê li Botanê ye. Dewlet jî vê dizane. Lewma dixwazin bi rêya tiryak û fihûşê civaka me têk bibin. Lê têkoşîna gelê me ya li dijî vê didome. Her roj rêxistiniya xwe xurtir dike û têkoşîna xwe mezintir dike. Em jî dê vê têkoşînê mezintir bikin. Bi gelê xwe re em ê heta jiyaneke azad tê avakirin dê têbikoşin.” 
 
‘RUHÊ BERXWEDAN Û HÊVIYÊ HEYE’
 
Uysal Aslan bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a derheqê navê HEDEP’ê de û ev tişt anî ziman: “Qala guherandina navê partiya me dikin. Heta ku ev ruhê berxwedêr û hêviya gelê me hebe, nav çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome.” 
 
Piştî axaftinan, raporên fealiyet û darayî hatin xwendin. Rapor pêşkeşî hilbijartina delegeyan hatin kirin û ji bo rêveberiya nû hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Yilmaz Sanri û Denîz Yildirim weke Hevserokên HEDEP’a Cizîrê yên nû hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.