Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî

ÊLIH - Hevsrokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan li Êlihê di hevdîtina gel a li Êlihê de axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartina xwecihî de bersiva pêwîst bidin qeyûman û got: “Em xwe bi rêxistin bikin û rê nedin tifaqa Torosên Spî." 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan piştî bernameyên li Sêrtê û Amedê, îro jî li Êlihê bû. Bakirhan û şandeya pê re li Sîpan Petrolê ya di ketina bajêr de bi coş hat pêşwazîkirin. Welatî di pêşwazîkirinê de govend gerandin û bi çepik û lîlandinê Bakirhan pêşwazî kirin. Karwanê wesayîta hevserokê giştî derbasî ber avahiya HEDE’'a Êlihê bû. Li qada ku hevdîtina gel hat kirin pankartên wek, “Tecrîde rake û faşîzmê parçe bike”, “Li dijî talan ekolojiye bikeve tevgerê û xwedî li dîrok û xwezaya xwe derkeve”, “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” û “Me bi ciwanî dest pêk ir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hatin vekirin.  
 
‘GELÊ ÊLIHÊ WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE’ 
 
Hevserok Tuncer Bakirhan di hevdîtina gel de axivî û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Warê Egîdan, warê berxwedanê, hevalên Mazlûman, Mehmet Sîncaran silav ji we re.” Bakirhan da zanîn ku ew di pêvajoyek gelek zehmet de derbas dibin û got: “Tifaqên qirêj dixwazin li vir tiştekî bikin. Gelê Batmanê bedelên pir giran da. Kedek pir mezin kir. Wê gelê Batmanê di vê pêvajoya zehmet de, di hilbijartina xwecihî de bersiva vê pergala qirêj bide. Ji ber îro em carek din li ba we ne, em gele kêfxweş û serbilind in. Batman tevî hemû êrişên pergalê û dijminane jî bi awayek rûmet li ser pêya ma û ev bajarê bi rûmetan e.” 
 
‘EW JI DIL IN, EW DURÛ NE’ 
 
Bakirhan anî ziman ku ew di pêvajoyek pir dijwar de derbas dibin û wiha axivî: “Rojhilata Navîn di şer û pevçûnên dijwar de derbas dibe. Gelê mezlûm ê Filistînê di bin êrişên giran de ye. Em li Êlihê carek din dibêjin ku em li cem gelê mezlûm ê Filistînê ne. Piştevaniya me ya ji bo Filistînê ne meseleya siyasetê ye. Piştevaniya me dirêjî salên 70’yî dibe. Em ne ji bo siyasetê û berjwendiyê xwedî li doza xelkê Filistînê derdikevin. Em Filistînê ji bo siyasetê bikar nayînin. Qaşo yên ku xwedî li Filistînê derdikevin, li dijî kurdan siyaseta durûtiyê dikin. Zîhniyeta ku dibêje bila li Filistînê sivîl neyên kuştin, li Rojava kurdan qetil dike û bombebaran dike. Yên ku ji bo Filistînê aştiyê diparêzin, li Rojava li dijî kurdan şer dane destpêkirin. Em li vir gazî desthilatdariyê û şirîkên wan biçûk dikin, hûn neçar in ku têkoşîna mafdar a gelê kurd bibînin û bi gelê kurd re empatî bikin.” 
 
‘RÊ NEDIN TIFAQA TOROSÊN SPÎ’ 
 
Bakirhan bi bîr xist ku xwediyên Torosên Spî tiştek nema ku neanîn serê xelkê Êlihê û wiha got: “We Sidik Tan’an, Edîp Solmaz’an da vê axê. Rê nedin torosvanên spî û tifaqa Torosên Spî. Destûrê nedin vê yekê. Li Êlihê, li Amedê, li Kurdistanê wê gelê me bersiva guran bide. Ev qeyûm neyarê gelê kurd in. Divê em ji bo heyama li pêşiya xwe baş bixebitin û bi hêz jê derkevin. Ji bo em polîtîkayên vê pergala qirêj eşkere bikin çi ji destê me were divê em bikin. Em dixwazin xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em dixwazin bi îradeya xwe rêveberiyên xwecihî bi rê ve bibin. Êdî dem dema qewirandina qeyûman hatiye. Ev pergal û qeyûm neyarê Navenda Çandê ya Celadet Bedirxan, peykerê Ehmedê Xanî ne. Bi destê qeyûman dixwazin me bikin tirk, naxêr em ne tirk in, em kurd in. Hemû nirxên gelê Batman û Amedê talan dikin û nelirêtiyê dikin. Bihostek erd ji bo şaredariyê nehiştin. Hemû firotin û xwarin. Em ê di heyama pêşiya xwe de destûrê nedin  tifaqa Torosên Spî. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û deriyên malên xwe ji gelê xwe re vekin.” 
 
‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’ 
 
Bakirhan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd di sedsala yekemîn a komarê de nehat çareserkirin û ew dixwazin ev sedsala duyemîn bibe sedsala demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka kurd û wiha domand: “Heke hûn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, ev gelek hêsan e. Gelê kurd birêz Abdullah Ocalan wek muxatab nîşan dide û niha ew li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Rê û navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Me di pêvajoya çareseriyê de jî dît ku çi ji destê birêz Abdullah Ocalan hat kir. Li şûna ku hûn biçin li gel wî rûnên û li ser çareseriya meseleyê biaxivin, radibin tecrîdê dijwartir dikin. Li şûna ku ew rê hebe, îcar ev tecrîd çi ye? Dixwazin hemû ciwanên kurd û gelê kurd tecrîd bikin û berê ciweanan bidin nava tiryakê. Ev pergal dixwaze bi giştî erdnîgariya Kurdistanê talan bike. Em ê birêz Abdullah Ocalan ku mîmarê çareseriyê ye û hemû girtiyan azad bikin.” 
 
BANGA RÊXISTINBÛYÎNÊ
 
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bang li xelkê Êlihê kir ku bi ruhê seferberiyê dest bi xebatên hilbijartina xwecihî û xwerêxistinê bikin û ew ê di serdema pêşiya wan bi berxwedan, têkoşîn û rêxistnbûyînê derbas bibe.