HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir

img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HEDEP’ê ji bo qetilkirina Hrant Dînk bi hemû aliyan ve bê ronîkirin ji bol i Meclisê civîna giştî bê kirin serlêdan kir. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç têkildarî berdana kujerê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê duh hate berdan, bi daxwaza li Desteya Giştî ya Meclisê bi daxwaza “Civîna Giştî” bê kirin serî li Serokatiya Meclisê da. 
 
SAZIYÊN DEWLETÊ BÛN HEVKAR
 
HEDEP’ê di serdana xwe de diyar kir ku tevî ku 16 sal bi ser cînayetê re derbas bûne kesên fermana kuştinê dane hêj nehatine girtin û hesap ji wan nehatiye pirsîn û wiha got: “Piştî ku di 6’ê sibata 2004’an de nûçeyek di rojnameya AGOS’ê de hate weşandin, Serokatiya Serfermandariya Giştî daxuyaniyeke ku Dînk kir hedef weşand. Dû re Dînk vexwendin Walîtiya Stenbolê û ji aliyê endamên MÎT’ê ve gef lê hatin xwarin. Hrant Dînk piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî ji aliyê hin hêzên tarî yên di nava dewletê de bi awayekî organîzekirî hedef hate nîşandan. Burokrasiya leşkerî, sivîl, siyasî, hin saziyên dewletê û yekeyên îstîxbaratê jî bûn hevkar.”
 
DAXWAZA CIVÎNA GIŞTΠ
 
HEDEP’ê diyar kir ku Dînk hedef hate nîşandan û hate lînçkirin û da zanîn ku faîlên cînayeta Dînk ji aliyê vîna siyasî ve hatin parastin û dernexistin pêşberî darazê. HEDEP’ê destnîşan kir ku bi berdana Ogun Samast birîneke kûr di wijdana civakê de vekiriye û got: “Ronîkirina kuştina Hrant Dînk a ji her alî ve û rûbirûbûna bi cînayetên siyasî yên rêxistinbûyî re, li pêşberî gelên Tirkiyeyê û aştiya civakî berpirsyariya Meclisê ye. Bi vê armancê em dixwazin ku derbarê cinayeta Hrant Dînk de Civîneke Giştî bê vekirin.”