Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin

SÊRT - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan ji Sêrtê bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got: “Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin.” Bakirhan ji bo navnîşana çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da. 
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re piştî serdana li navçeya Misircê, derbasî navenda Sêrtê bû. Bakirhan û şandeya xwe li ber avahiya partiya xwe ya Sêrtê ji aliyê girseyek qerebalix ve hat pêşwazîkirin. Bakirhan bi welatiyan re wêne girtin. 
 
Bakirhan li ber avahiya partiya xwe xîtabî girseyê kir û ji bo gel got: “Ez bi dîtina we kêfxweş û serbilind im. Hûn hêvî û rûmetê didin me. Em di sala 2008’an de dîsa li vê meydanê bi lîlandinên dayikê xwe li gel we bûm. Di nava vê dema bihûrî de her tim me li ber xwe da û em li cem gelê xwe bûn.” 
 
‘HÛN NIKARIN BI HIŞÊ BAHÇELÎ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’
 
Bakirhan destnîşan kir ku di sedsala yekemîn a komarê de tu daxwazek gelê kurd nehat qebûlkirin û wiha axivî: “Em hatin qetilkirin, em hatin girtin. Herî zêde qetlîam û girtin bû para gelê Sêrtê. Sed heyf û mixabin îro jî dijminatiya gelê kurd didome û destilatdarî li gel şirîkê xwe yê biçûk MHP’ê dibêjin, ‘hûnê bibin tirk’. Lê ji bîra dikin ku zimanek û çandek me heye. Em ji bo hebûn û dewlemendiya ziman û çanda xwe bang dikin. Êdî pirsgirêka kurd ne meseleyek ku tune bê hesibandinê ye. Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêkak urd çareser bikin. Em dibêjin ku êdî dema dest jê berdana vê zîhniyeta nijadperest hatiye.” 
 
TECRÎDKIRINA OCALAN 
 
Bakirhan anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îradeyek mezin daniye holê dikare vê pirsgirêkê çareser bike û wiha domand: “Birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de îradeyeke mezin û xurt nîşan da. Ji bo ku ev gel bi hev re bi biratî bijîn, berpirsyarî girt ser xwe. Dawî li tecrîdê li ser birêz Ocalan bînin. Çimkî gelê kurd girîngiyê dide rêbertî û fikrên birêz Ocalan. Wê tecrîd nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike. Tecrîdê rakin. Tecrîd tê wateya ku li vî welatî ciwan jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê heke em dixwazin şer û pevçûn dernekevin, divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê yekê em bang li kesên ku vî welatî bi rê ve dibin dikin ku dawî li tecrîdê bînin. Ji ber ku hê pirsgirêka kurd çareser nebûye, 800 milyar dolarê vî welatî winda bû. Gelê me yê hêja yê Sêrtê, divê her kes pirsa 'Kurd miletekî cuda ye, çima bi zimanê xwe napeyivin, çima çanda xwe zindî nehêlin, hûn çima qeyûman tayînî ser vîna gel dikin’ ji hikûmetê bike. Ne tenê kurd li vî welatî hene. Kurd nabêjin bila li vî welatî ‘tirk û ereb bi zimanê xwe neaxivin'. Kurd dibêjin, em jî biaxivin û li vî welatî bijîn. Lê mixabin hikûmetê guhê xwe ji vê yekê re kerr kiriye.” 
 
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA 
 
Bakirhan bal kişand ser êrişên li desthilatdariyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Divê em ji vê durûtiya ku di serî de van pirsgirêkan çareser nake, destkeftiyên kurdan ên li Rojava nas nake, bombe dike, bêjin 'raweste'. Lê bi Filistîniyan re di nava piştevaniyê de ye. Belê, em jî bi gelê Filistînê re ne û naxwazin bên kuştin. Di rastiyê de yekemîn şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Filistînê Kurd bûn. Lê birêz Erdogan tu ji bo Filistînê dibêjî ‘bila zarok nemirin ez ê bibim navbeynkar’, lê tu bi ser kurdên Rojava ve bombeyan dibarînî. Li Rojava gel di nav hev de dijîn û bi çanda xwe radibin. Kîjan bawerî dikare vê yekê qebûl bike?” 
 
‘VÎ WELATÎ XWARIN, QEDANDIN’ 
 
Bakirhan da zanîn ku divê kurd, ereb, kedkar û her welatiyên li Sêrtê û li deverên din li dijî tayînkirina qeyûman rabin û got: “Divê em ji tayînkirina qeyûman re bêjin bes e û bisekinînin. Ev desthilatdarî welat ber bi kendal ve dibe. Van vî welatî xwar, qedand. Budçeya şaredariyan ku ji gel re hatiye veqetandin, pêşkêşî alîgirên xwe dikin.” 
 
‘WÊ GELÊ ME NAZMETÊN XWE DIYAR BIKIN’ 
 
Bakirhan bal kişand ser pêvajoya jinûve avakirinê ya partiya xwe û got: “Me pêvajoyek hilbijartinê li pey xwe hişt. Me bi hezaran civîn li dar xistin. We li Sêrtê jî rexneyên xwe û pêşniyarên xwe li me kirin. Me jî di vê çarçoveyê de dest bi pêvajoya jinûve rêxistinkirinê kir. Me rêveberiyek xwe ya nû bijart. Niha jî pêwîste em bi xurtî bi pêş ve herin û li dijî sepanên antîdemokratîk têkoşîna xwe berfireh bikin. Em ê di vê hilbijartina pêşiya xwe de namzetên xwe li ser daxwaza gel diyar bikin. Em ê ji gelê xwe pirs bikin. Hûnê bi xwe namzetên xwe diyar bikin. Namzetên ku hûnê diyar bikin, em ê jî wek namzetên xwe bibînin. Em ê xwedî li vîn û baweriya xwe derkevin û rê nedin qeyûman. Ez carek din li ber îradeya gelê Sêrtê bejna xwe ditewînim. Ez wisa bi bawerim ku em ê dawî li vê desthilatdariya faşîst û diziya wan bînin. Tenê em li sazî û xebatên xwe xwedî derkevin. Tiştek ku em ê bi ser nekevin nîne.” 
 
Hevdîtina gel bi gerandina govendê re bi dawî bû. 
 
Bakirhan û şandeya pê re piştî serdana li Sêrtê berê xwe dan Amedê. Barhan dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bi nûnerên rêxistinên sivîl re bicive.