Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di konferansa DBP’ê de axivî û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn aştiyê heq dikin û ji bo birêxistinkirina aştiyê ew ê sînoran derbas bikin.” 

Konferansa Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) a li Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari Oruç di kongreyê de axivî. Hatîmogûllari beşdar bi zimanên kurdî û erebî silav kir. Hatîmogullari bi gotina; “Merhaba ey aqilê ku li çar parçeyên Kurdistanê têkeoşîna azadiyê dimeşîne û nîşanî gelên Rojhilata Navîn da ku dikarin azad bibin” dest bi axaftina xwe kir. Hatîmogûllari, diyar kir ku DBP hem bi pratîka xwe hem jî bi hebûna xwe ya bîrdozî sûdekî mezin dide HEDEP’ê. 
 
BAL KIŞAND SER AŞTIYÊ 
 
Hatîmogûllari, wiha domand: “Merhaba ey gelê kurd ku we ji bo aştî, azadî û xwişk-biratiyê bi hezaran bedel da. Dema em vê konferansê li dar dixin, li Tirkiyeyê karker, kedkar û xizan di her kêliyê de xizantir dibin. Dema em vê konferansê li dar dixin, li Rojava û Xezeyê bombe tên barandin. Du birînên xedar ên Rojhilata Navîn hene; Filistîn û Kurdistan. Heta ku ev her du pirsgirêk neyên çareserkirin, dê Rojhilata Navîn xweşiyê bi xwe nebe. Yên ku dikarin van her du pirsgirêkan çareser bikin jî gelên Rojhilata Navîn in, em in. Hûn in. Em ê sînoran derbas bikin û têkoşîna aştiyê birêxistin bikin. Êdî gelên vê erdnîgariyê ku di tevahiya dîrokê de tu caran xweşî bi xwe nedîtiye wekhevî û aştiyê heq dikin. Ji bo vê jî em ê wêrektiya xwe ya mezin û fikrên xwe bikin yek û pir mezin xwe birêxistin bikin û dem dema aştiyê ye. Em ê tu carî dev ji gotina aştiyê bernedin. Em ê bibêjin aştî. Em ê bibêjin aştî.”