Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe

img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêvî û wiha got: “Divê ne tenê deriyên Îmraliyê bên vekirin, her wiha divê azadiya fîzîkî jî pêk bê.” 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bû, bû gava ewil a hêzên kûrewî ya li dijî Rojhilata Navîn. Komplo, bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 1985’an de hate destpêkirin û bi tevlibûna gelek welatan di sala 1996’an de bi sûîqesta bombeyî hate domandin, di 9’ê Cotmeha 1998’an di encama zextên li ser hikûmeta Şamê de bi derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê hate berdewamkirin. Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewl dida bingeheke demokratîk ava bike û berê xwe dabû Ewropayê, piştî pêvajoya 130 rojan ku weke “çarmixkirinê” pênase dike, di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. 
 
Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate ragirtin ku bi awayekî taybet hatibû dîzaynkirin. Îcar jî plana “bêbandorkirinê” xistin meriyetê. Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata wî re 25 salan hatin astengkirin û ev 31 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz diyar kir ku tecrîda îro bi israra komploya navneteweyî tê domandin û got ku tevî vê yekê jî Abdullah Ocalan bi alternatîfa afirandî re ji bo çareserkirina krîzan bo gelên cîhanê bûye hêvî. 
 
PEYMANA LOZANÊ Û KOMPLO
 
Aydenîz, anî ziman ku komplo parçeyeke Peymana Lozanê ye û wiha got: “Armanca wê ew bû ku rê li ber têkoşîna azadiyê ya gelê kurd were girtin. Nabe ku mirov komploya navneteweyî ji dewletên Peymana Lozanê îmze kirin re cuda bigire dest. Tiştekî rasthatî nîne ku dewletên Lozan îmze kirin, tiliya wan di komployê de jî heye. Armanca ew bû ku bi radestkirina birêz Abdullah Ocalan re têkoşîna gelê kurd bi dawî bikin. Tecrîdek heye ku ev 25 sal in didome. Hiqûq û nêzikatiyeke taybet heye. Tevî vê yekê jî birêz Ocalan di şertên giran ên Îmraliyê de ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn perspektîf û pêşniyarên xwe pêşkeş kir û komploya navneteweyî vala derxist.” 
 
‘WATEYA KOMPLOYÊ NEMA’ 
 
Bi domdarî Aydenîz diyar kir ku teza “Modernîteya Demokratîk” a Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye û wiha pê de çû: “Pirtûkên birêz Ocalan, felsefe û pêşniyarên wî yên çareseriyê, bi civakîbûna vê têkoşînê re komploya navneteweyî vala derket. Bi ser re 25 sal derbas bûn lê hewldan hene ku komployê bi şêwazên cuda bidomînin. Lê belê tu wateya komployê nema ye. Ji salên 1993’yan heta niha birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bidome, di nava hewldanan de ye. Ji bo vê, bi pêşengên dewletên Rojhilata Navîn re di nava lêgerînan de bû. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, birêz Ocalan berê xwe da Ewropayê. Lê tiliya van dewletan jî di komployê de heye. Lê dewletên ewropî li şûna ku alîkarî bidin, bi komployekê birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin û di netewedewletê de israr kirin. Vê yekê jî bi xwe re li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerên domdar anî. Dewletên ewropî ne li gel çareseriyê lê li gel şer bûn. Sedema vê jî israra wan a di domandina netewedewletê de bû.” 
 
Di berdewamê de Aydenîz got ku ji sala 1999’an heta 2015’an pêvajoya ewil a komploya navneteweyî û ji sala 2015’an şûnde jî pêvajoya duyemîn a komployê ye û wiha domand: “Dewletê, piştî sala 1999’an bi qanûnên derxistî re ji bo birêz Ocalan ‘mirineke bi demê re hatiye vehêlandin’ armanc kir. Piştî sala 2015’an jî bi pergala tecrîda girankirî têkiliya wî ya bi cîhanê re bi temamî qut kirin.” 
 
‘PARDÎGMAYA WÎ JI BO CÎHANÊ BÛ HÊVÎ’
 
Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî tecrîda girankirî jî paradîgmaya birêz Ocalan li her deverê belav bû. Perspektîfa birêz Ocalan li Rojava teşe girt. Ji bo gelan bû hêviya çareserkirina krîzan. Ji Misrê heta Ingilistanê, ji Rojhilata Navîn heta Amerîkayê gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, bi milyonan endamên sendîkaan, saziyan û bi hezaran nûnerên saziyên hiqûqê gotin ku perspektîfa birêz Ocalan rêya xelasiya ji krîzê ye û divê azad bibe. Birêz Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe têdikoşe. Ev perspektîf ne tenê ji bo azadiya gelê kurd lê ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Em dibînin ku şer, krîza aborî û wêraniya ekolojîk yekser eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. 
 
Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdistanê û ji bo azadiya Kurdistanê kesayetekî girîng e. Ji bo bikare vê rola xwe bilîze, divê azad bibe. Divê her kes li dijî tecrîdê têbikoşe. Tekane kesê dikare şerê îro li Tirkiyeyê diqewime bide sekinandin, birêz Ocalan e. Hewldana avakirina saziyên çêker bi kêr nayê. Ji bo çareseriyê jî divê tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd lê ya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. lewma divê her kes dengê xwe derxîne. Ne tenê divê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bên vekirin, her wiha divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan çêbibe.”
 
MA / Mujdat Can