AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn û got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.
Ji deverên herî zêde maf lê tên binpêkirin yek jê jî girtîgeh in. Astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan, binpêkirina mafê jiyamê, îşkence, muameleya xirab û tecrîd û gelek binpêkirinên din rû didin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, destnîşan kir ku li gel hewldanên parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl jî hikûmet polîtîkaya xwe ya ji bo girtîgehan neguherandiye.
‘POLÎTÎKAYA KUŞTINÊ'
Eren anî ziman ku ji ber ku girtiyên nexweş lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev qebûl nakin nikarin mafê xwe yê xwegihandina tenduristiyê jî bi dest bixin û got ku ji ber vê li girtîgehan nexweşînên girtiyan zêde dibin. Eren destnîşan kir ku ev polîtîkayeke sîstematîk e û ber bi girtîgehên dûr ve sewqkirina girtiyan, şewitandina înfazan, astengkirina tedawiyê û nebûna şert û mercên paqij gelek girtî nexweş dikevin. Eren wiha domand: "Ev polîtîkaya dewletê, ji polîtîkayeke kuştina bi demê re ne cudatir e. Nêzîkatiay ji bo girtiyên nexweş, di heman demê de peyamek e ji bo civakê û malbatan. Ji kurdan, civakê û muxalefetê re dibêjin ger hûn li dijî bêhiqûqîtiyên li welêt û bêedaletiyan rabin û hûn ji bo demokrasiyê bitêkoşin, dê rewşa we wiha be."
ATK
Eren bilêv kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya bi raporên xwe di dermankirin û berdana girtiyên nexweş de xwedî roleke girîng e, lê ji polîtîkayên hikûmetê qut nîne û got: "Ne pêkan e ku serokekî ji aliyê serokkomar Erdogan ve tayinkirî, li derveyî fermanên hikûmetê û Erdogan hereket bike."
‘PÊKANÎNEKE TOLHILGIRTINÊ'
Eren bibîr xist ku Lijneya Tenduristiyê herî dawî ji bo girtiyê nexweş Şakir Tûran (70) ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa L'yê de jiyana xwe ji dest da rapora "ne hewce ye cezayê wî bê taloqkirin" çêkiriye û got ku lê piştî vê raporê bi 20 rojan Tûran jiyana xwe ji dest daye. Eren wiha domand: "Ev pêkanîneke tolhilgirtinê ye. Ev pêkanîn ji sala 2015'an ve li hemberî girtiyên kurd tê pêkanîn. Û di nava vê de li hemberî gortiyên nexweş û malbatên wan pêkanîneke tolhilgirtinê heye."
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ PÊKANÎN'
Eren destnîşan kir ku gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên der barê pêvajoyên dermankirinê yên girtiyên nexweş de hene, lê belê ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên pêkanîn. Eren anî ziman ku mirov dikare vê yekê wekî "hiqûqa dijminatiyê" ya li dijî kurdan pênase bike û got girtîgeh ji bo kurdan bûne cihê mirina bi demê re.
Eren bal kişand ser pêkanînên li dijî cenazeyan jî û got: "Li bara wan kurdê sax û mirî wek hev in. Bi vê îşkenceyê nêzîkatiya li miriyê kurdan bi xwe jî, parçeyeke polîtîkaya dewletê ya 8 salên dawî ye. Texrîbkirina cenazeyan, encama nêzîkatiya tolhilîner a dewletê ya li dijî kurdan e."
‘SEDEMA SEREKE YA BÊHIQÛQÎTIYAN TECRÎD E'
Eren destnîşan kir ku sedema bêhiqûqîtiyên li Tirkiyeyê rasterast tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku bêdengiya civakê jî desthilatê wêrek dike û ev polîtîka li tevahiya civakê belav bûye.
Eren herî dawî got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.
MA / Mujdat Can