Hamzaoglu: Li dijî faşîzmê divê seferberiya têkoşînê

img

STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got: “Hemû aliyên dixwazin li dijî faşîzmê têkoşînê bikin pêwîste şewqeya xwe deynin pêşiya xwe. Heta em têkoşînek seferberî daneynin pêşiya xwe dê muhalefeta Tirkiyê bi xetereya windakirinê re bijî.” 

Heverdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu derbarê bilindbûna muxalefetê û hevgirtina li dijî faşîzmê de axivî. Hamzaoglu destnîşan kir ku AKP di polîtîkaya hûndir û derve de serberjêr bûye û hegomonya îslama siyasî winda kiriye û banga bi hev re têkoşîn dayînê li muxalefetê kir. Hamzoglu got ku muxalefeta ji kurdan dûr bibe şansê wan serkeftinê nîne û helwesta CHP’ê ya heyî rexne kir. 
 
DESTHILATDARÎ SERBERJÊRÊ MUXALEFET BILIND DIBE 
 
Hamzaoglu bal kişand ser serbejêrkirin desthilatdariyê û di demek muxalefet civakî bilind bibe şaşîtiya derketine pêş a demokratên sosyal û wiha got: “Di hilbijartinê berê de şaşîtî hebû. Hilbijartinên 1973 û 1977’an demokratên sosyal çepgirbûnê di bin siya xwe de winda kir. vê deme jî muxalefeta civakî bilind dibe. Lê saziyek ku dê ji vê muxalefeta civakî re bike ne CHP ye û ne jî tu deokratên sosyal in. Demokratên sosyal îro tenê hewcetiyekê Tirkiyeyê ye. Lê divê pêşengê muxalefetê qet vê terkirina rêxistinê ne fikire.
 
Yên xwe ji tevgera kurdan veqetandin, divê têkçûna dîrokî ya çepa Tirkiyê ya 73 û 77’an lêkolîn bikin. Wek hevrêya wan ez vê pêşniyarê pêwîst dibinim. Ji ber ku demokrasiya sosyal di nav pergala navenda mîna rastgir de ye. Ji bo çîn jî û ji azadiyê ji wisa ye. Kes nikare têkildarî van guherandinê bike. Lê bele bilindbûna muxalefeta civakî, ji bo wekhevî, azadî û demokrasiye bibe hêzek û riya aşkere bibe mirov dikare ji rêxistinbûna demokrasiya sosyal veqetîne. Li şûna CHP’ê yekîtiya çepgir û kesên çepgir divê bê ba hev û berfireh bibe. Divê ku ev bingeh ji bin pêşengiya demokratên sosyal neyê terkkirin.” 
 
BANGA TÊKOŞÎNA BI HEV RE
 
Hamzaoglu da zanîn ku îxtîmala hilbijartinên di 2019’an pêşwext pêk bên heye û wiha berdewam kir: “Hemû aliyên dixwazin li dijî faşîzmê têkoşînê bikin pêwîste şewqeya xwe deynin pêşiya xwe. Heta em têkoşînek seferberî daneynin pêşiya xwe dê muxalefeta Tirkiyê bi xetereya windakirinê re bijî.” 
 
Hamzaoglu bi bîr xist ku Tirkiye di nav şertên faşîzmê de derbas dibe û wiha banga yekîtiya têkoşînê kir: “Di pêvajoyek wiha girîng divê hemû kesên çep û çepgir helweseta bi awayekî zelal deynin holê.”