Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e

img
ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku sedemê şewatên li Çiyayê Cûdî ji ber daxwaza çêkirina zêdetir qereqolan e û wiha got: “Akbelen, Çiyayên Kaz, Dîkmece, Cûdî. Werin em bi hev re xwedî li van herêman derkevin, bila qadên nû yên mêtîngeriyê nebînin.”
 
Meclisê li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li gundê Îkîzkoy ê navçeya Mîlas a Mûglayê û darên zeytûnan ên li gundê Dîkmece yê navçeya Antakya ya Hatayê civîneke awarte li dar xist. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di Lijneya Giştî de axivî. 
 
‘BENDEWARIYA GELAN JI ME HEYE’ 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku bi banga gelên Akbelen, Dîkmece û Cûdî Meclis bi awayekî awarte civiya û wiha got: “Bendewariyeke wan ji me heye, dixwazin birîna daran û şewat bên sekinandin.”
 
‘DIVÊ CÛDÎ CUDA BIGIRIN DEST’ 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bi birîna daran gel dê bêav bimîne, herêmên ji tûrîzmê re vekirîne dê bên qedandin û wiha got: “Tenê li vir xweza tê talankirin? Na. Li Çiyayê Cûdî şewat derket li vir peyvek jî nehate axivîn. Li Çiyayê Cûdî cara ewil e şewat derdikeve? Na. Beriya niha jî li Cûdî, Gabar, Besta Çewligê hwd. ji aliyê cerdevanan ve dar hatin birîn û hatin firotin. Bi van şewatan du tişt tên armanckirin. Dixwazin wê herêmê bêmirov bikin, Dixwazin li wê herêmê zêdetir qereqol û kalekolan çêbikin. An ku em mecbûr in Çiyayê Cûdî cuda bigirin dest.”
 
Hatîmogûllari herî dawî diyar kir ku di encama neçareserkirina pirsgirêka kurd de ev pirsgirêk derdikevin holê.