Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin

img

STENBOL - Di civînên gel ên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku HDP li xwebûna xwe vegere û rêxistinbûyîn ji xwecihî dest pê bike û pêşniyaza sazkirina meclisên taxan hat kirin. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, civînên xwe yên gel ên ku di çarçoveya pêvajoya avakirina serdema nû de dabûn destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de rêveberên partiyan serdana Komeleya Alîkariya Civakî û Çandê ya Gundê Kamişgolu yê navçeya Azarpêrt a Çewlîgê û Komeleya Gundê Hasbaglar a Bingula navçeya Gêxî ya Çewligê kirin. Endamê Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tekîn Kaya, Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Attîla Ozdogan, rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Huseyîn Bulut, Hevserokên Navçeya Ûmraniyê Zulfiye Hazar û Fîkrî Baş beşdarî civînê bûn. Gelek welatî jî beşdarî civînê bûn. 
 
Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Atîlla Ozdogan di civînê de axivî û bal kişand ser armanc û naveroka civînê û derbarê vê yekê de welatî agahdar kirin. Paşê jî welatî axivîn. 
 
ESASGIRTINA GEL 
 
Welatiyan di civînê de destnîşan kir ku divê HDP li xwebûna xwe vegere. Welatiyan diyar kir ku HDP partiya gel û girseyê yeû di pêvajoya dema avakirina nû de rêxistinbûna ji xwecihî ve esas bigire û HDP guh bide daxwaz û rexneyên gel. Welatiyan got divê HDP, Partiya Çepên Kesk ji xwecihî vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Welatiyan anî ziman ku nexasim di hilbijartina xwecihî ku nêz dibe de nazmetên ku gel pêşniyaz dike bên bijartin û civînên gel bi periyodên diyar bên kirin. 
 
BÊDENGIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Her wiha welatiyan di axaftinên xwe de pêşniyaza sazkirin ango avakirina komîsyon û meclisên taxan kirin. Welatiyan bêdengiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rexne kir û xwest li dijî polîtikaya li ser girtiyan serî bê rakirin. 
 
 
Atîlla Ozdogan dîsa axivî û destnîşan kir ku ew ê bi gelê xwe re dest bi pêvajoya jinûve avakirinê bikin.