Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar

img
ENQERE – Tifaqa Ked û Azadiyê, civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinan çêkir. Tifaqê piştî wiha daxuyand: "Me tespît kir ku hemû pêkhateyên tifaqê divê muhasebeya hilbijartinê bikin." 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê cara ewil li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev civiya. Nûnerên pêkhateyên tifaqê HDP, TÎP, EMEP, EHP, TOP, Partiya Çepên Kesk û SMF'yê tevlî civînê bûn. 
 
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê û tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê hatiye nîqaşkirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me bi feraseta berpirsiyariya xwe ya ji bo kedkar û gelan ku sebeba hebûna tifaqa me ne,hem pêvajoya hilbijartinê hem jî encamên hilbijartinê nirxandin. Her pêkhateyeke Tifaqa Ked û Azadiyê, nirxandinên xwe bi pêkhateyên din re parve kirin. Me bi awayekî eşkere bilêv kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinan de aramnaca ku dixwest bi dest nexistiye. Me ev tespît kir ku divê ji niha û pê ve bi mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê hemû aliyên vê heyamê esas bên girtin, bên nîqaşkirin û encamên hewce jê bên derxistin û hemû pêkhateyên tifaqê divê muhasebeya hilbijartinê bikin.
 
Di civîna me de careke din vîneke bihêz a ji bo girîngiya têkoşîna hevpar û civakî derket holê. Em Tifaqa Ked û Azadiyê, careke din li ser vî esasî girîngiya têkoşîna hevpar a gelan û bindestan destnîşan dikin."