Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan

img
ENQERE - Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê cara ewil e li hev civiyan. 
 
Piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ewil li dar dixin. Hevberdevk, hevserok û serokên partiyên pêkhateyan tev li civînê nebûn. Nûnerên HDP, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Çepên Kesk û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) tev li civînê bûn. 
 
Tê payîn di civînê de dê pêvajoya hilbijartinê û geşedanên bi pey re qewimîn û plansaziya tifaqê ya heyama bê nirxandin. 
 
Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniya nivîskî bê belavkirin.