HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin

img

ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî parastina Selahattîn Demîrtaş vê bangê kir: “Di axaftina birêz Demîrtaş de navê Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala derbas dibe. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyeran vegot. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.” 

Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Kerestecîoglu ewilî behsa darizandina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir. 
 
Kerestecîoglu diyar kir ku parastina Demîrtaş ji raya giştî hat veşartin û got: “Di dozê de ya esas siyaseta demokratîk tê darizandin. Di şexsê Demîrtaş de yên baweriya wan bi siyaseta demokratîk heye tên darizandin. Muzakere û diyaloga çaresriyê tê darizandin. Çima Demîrtaş di girtîgehê de ye? Nexwe tiştek din ango kumpasek din heye. Heke ku ev darbekar li AKP’ê kumpas ava kirin, qey li HDP’ê kumpas ava nekirine?” 
 
‘DAVUTOGLU, FÎDAN, ALA; BIÇIN ŞAHIDIYÊ BIKIN’ 
 
Kerestecîoglu wiha dewam kir: “Birêz Demîrtaş di danişînê de xwest Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala wek şahid bên guhdarkirin, lê heyeta dadgehê vê daxwazê red kir. Her çiqas heyetê red kiribe jî, divê ev kes serî li dadgehê bidin û ji bo bibin şahid daxwaz bikin. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyeran vegot. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.” 
 
‘WE OHAL’Ê NE LI DIJÎ DARBEKARAN ÎLAN KIR?’ 
 
Kerestecîoglu li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL’ê) jî bertek nîşan da û wiha domand: “Qet şerm nakin û bêyî aciz bibin ji bo OHAL dirêj bibe vê hefteyê jî dê pêşniyazname bidin. Çunkî bê OHAL nikarin xwe bilevitînin. Nikarin bijîn. Li welatek ku lîder û siyasetmedarê muxalefeta bingehîn a rastî di girtîgehan de bin û OHAL dewam bike qet dê demokrasî li welat tune be. Hemû riyên demokratîk ji destê gel digirin. Xwe bî îmajkirinê demokratîk nîşan didin. Çima aşkere dernakevin û nabêjin ‘Ez dîktator im?’ Çunkî maliyeta navntewî zêde ye û nikare aşkere rejîmek dîktator û leşkeriyek dîktator ava bikin. We ne OHAL’ê ne li dijî darbekaran îlan kir? Çi eleqeya îstîsmarkirina zarokan bi OHAL’ê re heye. Lê her tiştî eleqeya wê bi OHAL’ê ve gire didin. Tehamula wan li hember gotinek naxwazin nîne.” 
 
Kerestecî bal kişand ser zagona îstîsmarkirina zarokan jî û got: “Pêşnûme ne li dijî bûyerên îstîsmarkirina zarokan e. Yasayek wiha nîne. Tenê zarokek jî napêrêz e.” 
 
‘DEREWAN MEKIN’ 
 
Kerestecîoglu behsa diploma zanîngehê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî kir û got: “Em nabêjin ku dîploma tune be, hûn nikarin bibin rêveber. Em dibêjin derewan nekin.” 
 
LI SÛRIYEYÊ BAZARIYA QIRÊJ 
 
Kerestecîoglu destwerdana bi pêşengiya DYA’yê li dijî Sûriyeyê pêk hat jî nirxand û got ku li Sûriyeyê bazariyek qirêj tê birêvebirin. 
 
‘DIJMIN KÎ YE BERAT ALBAYRAK?’ 
 
Kerestecîoglu li dijî gotinên “Rêxistinên me xwe ji bo şerê hilbijartina 2019’an amade dikin. Em ji bo şerê hilbijartina 2019’an a bi pêşengiya serfermandarê me dê bê lidarxistin amade ne?” ên Wezîrê Enerjiyê bertek nîşan da û got: “Dijmin kî ye birêz Berat Albayrak? Dê ev mirov li dijî kî şerê rizgariyê bike? Kîjan hêzên dagirker hene li vî welatî? Em ne ji kesên bi xwînê xwe xwedî dikin e. Gelê baş dibîne û dizane ku yê ji xwînê xwedî dibin kî ne.”