Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe

img
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dê Tifaqa Cumhur welêt ber bi tarîtiyê ve bibe û wiha got: “Gelê kurd di 14’ê Gulanê de bersiv da polîtîkaya zilm û zextê. Dê di 28’ê Gulanê de Erdogan têk bibe û helwesta xwe ya zelal nîşan bide.” 
 
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de ji namzetên serokkomariyê tu kes bi ser neket û hilbijartin ma ji bo tûra duyemîn. Ji bo bijartina serokkomar, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dê di 28’ê Gulanê roja yekşemê de biçin ser sindoqê. Partiya Çepên Kesk di tûra yekemîn de bi stratejiya “paşdexistina faşîzmê” nêz bû û heman stratejî dê di tûra duyemîn de jî berdewam bike. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir diyar kir ku dê gel helwesta xwe ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de di hilbijartina 28’ê Gulanê de jî nîşan bide. 
 
SIYASETA OLPERESTÎ Û NETEWEPERESTIYÊ
 
Bayindir, anî ziman ku Erdogan di her hilbijartinê de li ser olperestî û neteweperestiyê xebatên hilbijartinê dike û wiha got: “Di dîroka siyasî ya tirk de kengî dahatûya îktîdaran ketibe xetereyê, her tim serî li îstîsmarkirina olê dane. Ev zîhniyeta ku nîjadperestî û faşîzmê zêde dike, her wiha olê jî îstîsmar dike. AKP’ê vê yekê bi sepanên dermirovî û bi cihêkariyê dike. Li dijî vê jî feraseteke têkoşer a daxwaza azadiya civakî, aştî, demokrasî û wekheviyê dike heye. Îktîdara AKP-MHP’ê hemû rêbazên antîdemokratîk xist meriyetê û bi pergaleke despotîk kete hilbijartinê. Em ê destûrê nedin ku faşîzm sazûman bibe. Hilbijartina 28’ê Gulanê pir girîng e. Gelê kurd di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li cem demokrasiyê cih girt û dê vê helwesta xwe di hilbijartina 28’ê Gulanê de jî nîşan bide.” 
 
‘GELÊ KURD Ê ERDOGAN TÊK BIBE’
 
Bi domdarî Bayindir komkujiyên di serdema îktîdara AKP’ê de hatine kirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wêraniya ku Erdogan di hafizeya gelê kurd çêkiriye hêj jî zindî ye. Em baş dizanin bê ka faşîzma Erdogan li dijî ziman, dîrok, erdnîgarî, çand û hebûna gelê kurd gefeke çawa ye. Em ê vê wêraniyê di hilbijartina 28’ê Gulanê de bêhtir vebêjin. Gelê kurd di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bersiva vê polîtîkaya zilm û zextê dabû û dê di 28’ê Gulanê de bi têkbirina Erdogan re vê sekna xwe nîşan bide.” 
 
‘DIVÊ HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI SINDOQAN BÊN DERKETIN’
 
Di berdewamê de Bayindir bal kişand ser bêusuliyên di hilbijartinên 14’ê Gulanê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke partiyên siyasî, dilxwaz û parêzer em ji bo hilbijartina nû amadekariyên baştir dikin. Banga me li her kesî ew e ku ji bo ewlehiya hilbijartinê bikevin nava tevgerê. Yên ku dixwazin berpirsyartiyê bigirin bila serî li partiya me bidin. Em bi îktîdareke ku di mijara diziyê de xwedî tecrûbe re rû bi rû ne. Îtîrazên me yên li dijî encamên hilbijartinê, ev diziya îktîdarê bi vekirî derxist holê. Dê hewl bidin heman rêbazê di hilbijartina serokkomariyê de jî dubare bikin. Di vê mijarê de berpirsyartiyê me tevan hene û divê hemû partiyên siyasî tevdîrên pêwîst bigirin. Hewceye em heta kêliya dawî jî xwedî li sindoqan derkevin.”
 
‘DIVÊ BALA ME LI SER SERKEFTINA HILBIJARTINÊ BE’ 
 
Herî dawî jî Bayindir ev tişt anî ziman: “Partiyên ku di nava Tifaqa Cumhur de cih digirin, welat ber bi tarîtiyê ve dibin. Dema em pêkhateyên vê tifaqê didin ber hev, dibînin ku nîjaperestî, neteweperestî, olperestî, paşverû, faşîst û dijminên jin, xweza, civak û gelê kurd in. Ji hêla pêşeroja civakê ve ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye. Daxwaza azadî, demokrasî û pêkvejiyanê ya gelan û pergala faşîst a tarî li hemberî hev in. An dê serdemeke ronî yan jî ya tarî were hilbijartin. Divê em bêtirs, bêdudilî bala xwe bidin ser serkeftina hilbijartinê û azadiyê bi xwe re bînin.” 
 
MA / Fethî Balaman