‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’

img
ENQERE - Kemal Bulbul diyar kir ku ewlehiya hilbijartinê nebû û rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye û got: “Di tûra duyemîn de wê rayek we jiyanê diyar bike.” 
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Serokkomariyê û Parlamenteriyê de ku pêk hat, serokkomar nehat bijartin û hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Di 28’ê Gulanê de wê bi deh milyonan mirov dîsa biçin hilbijartinê û vê carê tercîha serokkomariyê bikin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê yê berê Kemal Bulbul diyar kir ku hilbijartin di atmosferek ku ewlehiya hilbijartinê nebûye de pêk hatiye û tu rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye û divê ku hilbijartin bê redkirin. Bulbul bal kişand ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de bê kirin û wiha got: “Di hilbijartina yekemîn de gelek kes neçûne ser sindoqê. Em bang li wan dikin ku hilbijartina duyemîn biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin. Ji ber ku li Tirkiyeyê hilbijartinên demokratîk pêk nayên, divê em hin bêtir xwedî li tûra duyemîn derkevin. Di tûra duyemîn de wê rayek we bi awayek reqem bibe hezar û wê bi hezar û milyonan ray jiyana nû û jiyana li pêşiya me diyar bike. Divê em helwesta xwe diyar bikin.”