‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari banga hilbijartina serokkomariyê li ciwanan kir û xwest her kes bi hêz tev li hilbijartinê bibe da ku rejîma yek zilamî hilweşînin. 
 
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de namzetên serokkomariyê bi ser neketin. Hilbijartina serokkomariyê ma tûra duyemîn û dê di 28’ê Gulanê de hilbijartina serokkomariyê bê kirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari encamên hilbijartinê nirxand û banga ji bo hilbijartina 28’ê Gulanê kir.
 
Hatimogûllari diyar kir ku her çiqas li gorî serdemên berê rêjeya dengên wan kêm bûbe jî lê dîsa di Meclisê de partiya sêyemîn a mezin in û wan di vê hilbijartinê de dîsa carek din dîtiye ku îktidarê dengan dizî ye û bi diziye hewl dane bi ser bikevin. Hatîmogûllari banga hilbijartina serokkomariyê li ciwanan kir û got: “Werin bi awayek xurttir tev li hilbijartina 28’ê Gulanê ya serokkomariyê bibin. Werin em bi hev re vê rejîma yek zilamî hilweşînin û bişînin. Bêyî ku em tu fikarê bikin, em îktidarê biguherînin. Divê di serî de gelê kurd û tevahiya gelên din pêwîste berxwedanek xurt nîşan bidin û em hilbijartina 28’ê Gulanê berovajî daxwaza îktidarê bikin. Werin em bi hev re ji rejîma yek zilamî rizgar bibin.”