HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin

img
ENQERE - HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir ku wan di 14’ê Gulanê de faşîzm daye sekinandin, tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê destpêka firsendeke nû ye û wiha gotin: “Bêyî ku xwe reşbîn û bêhêvî bikin, em dikarin di nava 11 rojan de dawî li xerabiyê bînin.” 
 
Piştî hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk di 16'ê gulanê de civîneke hevpar lidar xistin. Di civînê de kar û encamên hilbijartinê hatin nirxandin û di dawiyê de jî daxuyaniyek hate dayîn.
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel zext, dek û dolaban jî gelekî girîng e ku Partiya Çepên Kesk bûye hêza sêyemîn a herî mezin li meclisê. Bi domdarî hat diyarkirin ku lê belê eşkere ye ku encama wan dixwest nekarîbû bi dest bixin û wiha ev tişt hatin parvekirin: “Şert û merc çi dibin bila bibin em ê hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin û ji bo serkeftineke hîn mezintir têkoşînê bidomînin.”
 
‘EM Ê BI GEL Û RÊXISTINÊN BAJAR Û NAVÇEYAN RE BICIVIN’
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rexnekirin û rexnedayin kevneşopiya wan e û wiha hat gotin: “Ji bo dersan ji şaştiyên xwe yên vê pêvajoyê werbigirin, ji bo destpêkeke nû bidin afirandin, piştî 28'ê gulanê em ê bi gelê xwe, rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re civînan lidar bixin û pêvajoyê nîqaş bikin. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin em ê kêmasiyên xwe binirxînin û ya pêwîst bikin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke.
 
HILBIJARTIN DIDOME 
 
Lê belê pêvajoya hilbijartinê temam nebûye. Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28'ê gulanê de bê kirin. Li gorî kevneşopiya partiya me, her zemîn û derfetên ku tevkariyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê bike, girîng e. Bêguman hilbijartin jî yek ji vî karî ye. Di dîroka me de çawa ku her hilbijartina neserkeftî bû biryardariya ji bo mezinkirina têkoşînê, ev pêvajo jî wê ji bo mezinkirina têkoşîn, berxwedan û rêxistiniyê bibe zemînek.
 
EM Ê FAŞÎZMÊ LAWAZ BIKIN
 
Desthilatdariya AKP-MHP'ê û Tifaqa Cumhur bênavber êrîşî kurdan, jinan, ciwanan, bindestan, muxalefeta civakî û siyasî kir. Bi afirandina zext û tirsê konsepteke êrişê li dijî civakê xiste meriyetê. Armanca destpêkê ya vê konseptê jî timî partiyên me bû. Konseptên şer, planên têkbirinê, polîtîkayên red û înkarê yên heta niha bi biryardarî hatin têkbirin, rastiya me ya ji meş û têkoşîna bi biryar bi îradeya vî gelî hate afirandin.
 
EM Ê FAŞÎZMÊ DI TÛRA DUYEMÎN DE TÊK BIBIN
 
Di vê dema giran a têkoşînê de di serî de gelê kurd, hemû muxalîfên civakê bi rengekî girîng li ber xwe dan. Em careke din diyar bikin; em li vir in û xurt in. Ev fikir, ev kevneşopiya têkoşînê wê ti carî li paş nemîne. Em ê bi hêvî û bawerî, faşîzmê lawaz bikin, li Tirkiyeyê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Weke partiya sêyemîn a herî mezin a meclisê, çawa ku me nehişt rejîm di tûra destpêkê de bi ser bikeve, em bi biryar in ku di tûra duyemîn de têk bibin.
 
TÛRA DUYEMÎN FIRSENDEKE
 
Pêvajoya hilbijartinê hîn neqediya ye. Bêyî ku bikeve nava reşbînî û bêhêvîtiyê, em dikarin di nava yanzdeh rojên bê de dawî li vê nebaşiyê bînin. Firsend di destê me de ye ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bikin encameke bêhempa û destpêkeke nû. Gelên me yên li welat û derveyî welat, rêxistinên me, dostên me divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin, di tûra duyemîn de bêkêmasî dengê xwe bidin û sîleya dawî li faşîzmê bixin. Rexnedayîna me ya herî mezin a ji bo rexneyên hêja yên gelê me wê têkbirina rejîma yek şexsî be.”