Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin

ERZIROM - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş a anî ziman ku di hilbijartinan de roleke girîng a gelê kurd heye, bi lêv kir ku ji bajarî wê herî kêm du wekîlan derxînin. 
 
Ji hilbijartina Serokkomariyê û ya giştî re du roj man. Li gelek bajaran pêşbirkeke dijwar didome. Yek ji bajarên ku ev pêşbirk lê herî zêde ye jî Erzirom e. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku ji vir herî kêm du parlamenteran bişîne Meclisê. Namzeta parlamenteriyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş a ji ber qezaya trafîkê ya derbas kirî tedawî didît û ji nû ve tev li xebatên hilbijartinê bû, bal kişand rola gelê kurd a di hilbijartinê de.
 
‘HERÎ KÊM DU WEKÎL’ 
 
Beştaş, diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê hêj didome û wiha got: “Em di nava pêvajoyeke çalak de ne. Hem li Kurdistanê hem jî li bajarên Tirkiyeyê hewayekî baş heye. Coş û biryardarî heye. Xwedî derketina gel di asteke gelek baş de ye. Em dixwazin hejmara wekîlan a beriya niha me ji Kurdistanê werdigirt zêde bikin. Xwedî derketina gel jî di vê astê de ye. Gazineke mezin heye ku Erzirom bi nasnameyeke cuda tê binavkirin û demokrat û kurdên li vê derê ji nedîtî ve tên. Hem gel hem em ji bo ev berbiçav be hewl didin. Me armanc kir ku em ji Erziromê weke 2 wekîl biçin. Nasnameyên cuda hene.”
 
 ‘GELÊ ME NE MECBÛRÎ TIFAQÊN KU DIJMINATIYÊ DIAFIRININ’ 
 
Beştaş, diyar kir ku li Tirkiyeyê hem desthilat hem jî muxalefet di çarçoveya hin qaliban de tevdigere û wiha berdewam kir: “Di her mijarê de cihekarî heye. Asta dawî ku tifaqa cûmhûr hatiyê ne tenê dijminatiya kurdan e dijiminatiya jinan e jî. Hin tifaqên din jî hene lê me bi Rêya Sêyemîn armancên xwe diyar kirin û danîn pêşiya xwe. Di sedsala komarê de yekperestî heye, em pir rengiyê, jinan, di çareserkirina pirsgirêka kurd de komara demokratîk diparêzin. Em girêdayî kesî nînin niha jî Tifaqa me ya Ked û Demokrasiyê heye. Em li Tirkiyeyê dibêjin ku welatî ne mecbûrî tifaqên din in û em ê bi mezinkirina rêya sêyemîn pêşiyê li Tirkiyeyê vekin.”
 
‘KURD DÊ DIYARKER BIN’ 
 
Beştaş, anî ziman ku kurd dê di hilbijartinan de diyarker bin û wiha got: “Kesên ku daxwazên kurdan bi cih neanîn kurdan jî nas nekirin lê AKP’ê li ser ol karî dengê hin kesan bigire. Lê gelê kurd baş dît ku sozên AKP’ê çawa pûç in. Hevkarên wan bi zimanekî nijadperestî, tunehesibandina kurdan diaxivin. Gelê kurd bi taybetî dê hilbijartinên serokkomariyê diyar bikin. Me weke tifaq biryar girt ku dengek ji bo Partiya Çepên Kesk dengek jî ji bo Kiliçdaroglû be an ku faşîzmê têk bibin. Li hemû herêman xebatên zêde hene û em difikirin ku dê encamên wan baş bin. Armanca me ya herî kêm 100 wekîlan heye, me armanc kir ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê wekîlan derxînin. Me nekarî weke HDP bikevin hilbijartinê li pêşiya me doza girtinê heye. Em li dijî partiya me bi dozeke girtinê ya neheq re rûbirû ne. Bi lîstikan kemînan demekî dirêje li ser partiya me zext hene. Ji ber vê yekê me biryar girt ku em bi Partiya Çepên Kesk bikevin hilbijartinê.”
 
MA / Berîvan Kûtlû