Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe

img
BURSA - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mazlum Taş diyar kir ku navnîşana çareseriyê ya ciwanan Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Heta ku ciwan azad nebin, ev welêt xweş nabe. Lewma divê ciwan xwedî gotin bin. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwanî xelas bikin.” 
 
Partiya Çepên Kesk di nava lîsteyên xwe de cih da gelek derdorên cuda. Her wiha ciwan jî ji bîr nekir. Di demeke ku bêkariya ciwanan roj bi roj zêde dibe de ciwan ber bi pêşerojeke nediyar ve tên kaşkirin. Lê Partiya Çepên Kesk hem di beyannameya xwe de hem jî di lîsteya hilbijartinê de cih da ciwanan. 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Bursayê Mazlum Taş ku 27 salî ye, têkildarî hilbijartinan û rewşa ciwanan bi ajansa me re axivî. 
 
BÊKARIYA CIWAN 
 
Taş, da zanîn ku Bursa ji hêla pîşesaziyê ve yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyeyê ye û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên girîng ên ciwanên bajar, bêpeşerojtî ye. Bi tu awayî derfetên kar û pêşerojê ji ciwanan re nayên afirandin. Bi taybet jî penaberên Sûriye û Afxanistanê bihêsantir kar peyda dikin. Ji ber ku pereyekê kêm didin wan. Her wiha sîgortayên wan nayên çêkirin. Lewma ciwanên tirkiyeyî li vir kar peyda nakin. Bêkarên ku ji zanîngehan mezûn bûne gelemperî koçî Ewropayê dikin. Ev, rastiyeke dilbiêş a vî welatî ye. Ji ber ku mafê gotinê nadin ciwanan. Nikarin tev li pergala rêvebirinê bibin. Mezûnên zanîngehê li derveyî welêt weke karkerên înşaetê dixebitin. Lewma em dibêjin yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ciwanan bêkarî ye.” 
 
‘AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ TUNE YE’
 
Bi domdarî Taş anî ziman ku di siyasetê de zimanê gef û cihêkariyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberên welêt bi rastî jî naxwazin ciwan xwedî gotin bin. Ciwan nikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Ciwanek nikare bibêje; ‘ez bêkar im, nikarim bixebitim û ji vê îktîdarê razî nînim.’ Ji ber ku rojek piştre tê binçavkirin. Azadî û fikrên wî tên dîlgirtin. Bi taybet jî îktîdar pir ditirse ku ciwan polîtîk bibin. Lewma zextekî polîtîk a sîstematîk li ser ciwanan heye. Ji ber ku dizanin, heke ciwan polîtîk bibin û ji hêla çand û civakî ve pêş bikevin dê gelek tişt biguherin. Îktîdar û alîgirên wan ji vê ditirsin. Lewma gefan dixwin, binçav dikin û îşkence dikin. Lê dê ciwan li hemberî wan serî netewînin. Ciwan, jiyaneke azad û welatekî adil dixwazin.” 
 
ÇARESERÎ PARTIYA ÇEPÊN KESK E
 
Taş, axaftina xwe wiha qedand: “Beyannameya Partiya Çepên Kesk ji bo hemû pirsgirêkên ciwanan rêyên çareseriyê nîşan dide. Siyaseta ku çareseriyê esas digire di rêziknameya wê de jî heye. Divê di polîtîkayên derheqê ciwanan de ciwan xwedî gotin bin. Heke em bên hilbijartin dê Wezareta Ciwanan ava bikin ku tenê ciwan di rêveberiya wê de hebin. Her wiha dê piştgiriya perwerdeyê û tenduristiyê were dayîn. Divê ciwan netirsin ji ber ku her ku ditirsin zext zêdetir dibin. Bila serê we bilind be û dengê xwe derxînin. Ji ber ku ew ji we ditirsin. Naxwazin hûn polîtîk bibin. Divê em her tim nîşan bidin ku ciwan hene û xwedî gotin in. Heta ciwan azad nebin ev welat xweş nabe. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwanî bi dawî bikin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû