Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe

img
EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mîtînga Edeneyê de got: "Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe, dê ji tûra duduyan re nemîne. Di tûra ewil de dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê." 
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'Ê Gulanê de li Edeneyê bi beşdariya bi dehhezaran mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Ûgûr Mûmcû ya li navçeya Seyhanê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Satiye Ok, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Damerandinê ya Sosyalîst (SYK) Canan Yuce û namzetên parlementeriyê yên bajêr ên Partiya Çepên Kesk û Başak Demîrtaş tevlî mîtîngê bûn. 
 
Li qada mîtîngê pankartên "Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin daliqandin. Girse, piştî kontrolkirina polîsan ket qadê. Welatî bi alayên Partiya Çepên Kesk ketin qadê. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Heq, hiqûq, edalet" hatin berzkirin. Ciwanan li têketina qadê pusûleyên dengan belav kirin û ji welatiyan re gotin ku dê çawa dengê xwe bi kar bînin." 
 
'JI BO HEQÎQETÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK'
 
Di mîtîngê de ewilî Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê axivîn. Paşê Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ESP'ê Satiye Ok axivî. Okê di axaftina xwe de diyar kir ku ew hene û ew ê tim hebin û got: "Ji bo heqîqetê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce axivî. Yuceyê jî bi tirkî û erebî gel silav kir û got: "Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê desthilata AKP-MHP'ê bişînin. Tu hêz nikare gelekî rêxistinkirî têk bibe... Em di 15'ê Gulanê de li Edeneyê di govenda serketinê de bên cem hev." 
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser dowîzên li qadê û got ku ew ê kesên ku ji kurdan, ji karkeran û sosyalîstan re dibêjin "terorîst" bişînin. Akdenîzê destnîşan kir ku ew ê vê desthilatê bi pîvaz û kartolan bişînin û wiha bang li Erdogan kir: "Teqez em ê bi ser bikevin, teqez." 
 
Paşê namzetên parlementeriyê yên bajêr hatin ser dikê. Girseyê bi coşeke mezin namzetan pêşwazî kir. 
 
'ME SERÎ NETEWAND EM LI VIR IN'
 
Paşê Berdevka TOP'ê Perîhan Koca axivî. Kocayê got: "Em li bin darê ne. Em ê dîrokê binivîsin. Li hemberî me desthilateke patron heye. Li hemberî me desthilateke sûcan heye. Li hemberî me desthilata li hemberî gel şer dike heye..." Kocayê destnîşan kir ku ev desthlat faşîzmê li gel ferz dike û got: "Em zarokên wê kelepora berxwedanê e ku me li ber zilma rejîma vê qesrê serî netewandıye. Em li vir in." 
 
Paşê Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê de, axivî. Demîrtaşê jî bang li her kesî kir ku derdora xwe qaneh bike û ji bo kesên ku berê dengê xwe dane AKP'ê got: "Bes dengê xwe bidin vê desthilatê." Demîrtaşê bilêv kir ku dê di 14'ê Gulanê de deriyên zilmê bên girtin û 14'ê Gulanê bibe roja guherînê." 
 
'EM Ê DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'
 
Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî destnîşan kir ku îro li Edeneyê bersiva kesên ku vîn û statuya gelê kurd qebûl nakin hatiye dayîn. Ozturk wiha axivî: "Gelê me doza jiyaneke azad û wekhev û atmosfereke demokratîk dike ku karibe bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Gava hevdîtin dihatin kirin birêz Ocalan her tim bû dengê wekhevî, azadî û aştiyê. Ji sala 2015'an ve tecrîd tê pêkanîn. Biryarek dan û tecrîdê pêk tînin. Dixwazin kurdan bê vîn bihêlin. Kesên ku niha dibêjin em ê we biqedînin, ew bi xwe qediyan. Ev hilbijartin jî dê bibe hilbijartina qedandina wan."
 
Ozturk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got ku 14'ê Gulanê firsendek e, ew ê di 14'ê Gulanê de dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin û pêşî li ber jiyaneke birûmet vekin. 
 
'DÊ DI TÛRA EWIL DE BI DAWÎ BIBE'
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê ewilî gel silav kir û wiha axivî: "Maşele Edene. Îro Edene pir xweşik e, îro Edene şipşîn e, îro Edene Çepa Kesk e. Mêrsîn jî pir xweşik bû." 
 
Bûldanê ji ber vê beşdariya mezin malavayiya gel kir û axaftina xwe wiha domand: "Hindik ma. Dê biguhere, em ê biguherînin. Em ê wan di tûra ewil de bişînin. Em soz didin we. Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe, dê ji tûra duduyan re nemîne. Di tûra ewil de dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê. Em ê nehêlin tûra duduyan çêbibe. Tirkiye divê di tûra ewil de AKP'ê bike partiya tabelayê û paşê jî faşîzmê bişîne. Îsal em ji Edeneyê pri bihêvî ne."
 
Bûldanê bilvê kir ku li Edeneyê 2 parlementer ne bes in, herî kêm divê 4 parlementerên Partiya Çepên Kesk biçin meclisê û got: "Dê çav û guhê me li Çûkûrovayê be. Dê çavê me li Edeneyê, li Mêrsînê be." 
 
Mîtîng bi stranan û govendgerandinê bi dawî bû.