Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê

img
ÎZMÎR - Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo mitînga fînalê ku dê di 12’ê gulanê de li Îzmîrê li dar bixe, bênavber didomîne.
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk Abdulmecît Yildirim û Hediye Korkût di ketina Sûka Kemeralti ya navçeya Konakê stand ava kir û belavok belavkirin. Endamên partiyê di dema belavkirina belavokan de banga tevlibûna mitînga mezin a ku dê di 12’ê gulanê de li Qada Gundogdûyê li dar bixin kirin. Welatiyên eleqe nîşanî endamên partiyê dan, hatin standê û têkildarî xebatên tên meşandin û mitînga ku dê di 12’ê gulanê de bê lidarxistin agahî wergirtin. 
 
‘EM BI AWAYEKÎ XURT TEV LI MITÎNGÊ BIBIN’ 
 
Namzetê parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Abdulmecît Yildirim ê diyar kir ku bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, anî ziman ku heta roja hilbijartinê wê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Ji aliyê dîroka Tirkiyeyê ve em dikevin hilbijartineke girîng. Ji hilbijartinê re kêm wext ma. Qasî ku hilbijartin nêz dibe, kelecana me zêde dibe. Ji ber ku em ê di 14’ê Gulanê de desthilatê bişînin. Xebatên xwe yên em ji mehekê zêdetir e didomînin em ê bi mitînga fînalê ku dê di 12’ê gulanê de saet di 17.00’an de li dar bixin tacîdar bikin. Em hemû gelê Îzmîrê vedixwînin ku bi awayekî xurt tev li mitîngê bibin.”
 
LI NAVÇEYAN XEBATÊN MITÎNGÊ
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Hediye Korkût jî wiha got: “Xebatên me 24 saetan bênavber didomin. Hemû gelê me vexwendî mitînga me ya dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin.”
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk û endamên partiyê yên pê re, li gelek navçeyên bajar xebatên xwe yên hilbijartinê domandin.