Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike

ERDEXAN - HDP’ê di hilbijartinên 2015’an de li Erdexanê qonaxeke girîng derbas kiribû û hewl dide bi Partiya Çepên Kesk re îcar 2 parlamenteran bi dest bixe. 
 
Yek ji bajarên ku dê ji bo Partiya Çepên Kesk hilbijartin herî zêde lê krîtîk derbas bibe jî Erdexan e. Nifûsa bajar roj bi roj kêm dibe, gel êdî nikare pêdiviyên xwe yên aborî pêşwazî bike. Yek ji çavkaniyên bingehîn ên debara bajar çandinî û sewalkarî ye lê ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî ev çavkaniya debarê jî li ber tunebûnê ye. Bajarê Erdexanê ji her alî ve ji gelek tiştan mehrûm hatiye hiştin. Xelkê bajar ji bo ji vê rewşê re bibêje ‘êdî bes e’, xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade dike. 
 
ÎSTATÎSTIKÊN HILBIJARTINÊ
 
Erdexan bi 68 hezar û 033 hilbijêran re dikare tenê 2 parlamenteran derxîne. Di sala 2018'an de ji 69 hezar û 405 hilbijêran 10 hezar 712'an neçûn ser sindoqê û 2 hezar û 189 deng jî hatin betalkirin. AKP’ê bi 21 hezar û 704 dengan parlamenterek, CHP’ê jî bi 15 hezar û 115 dengan parlamenterek derxist. HDP’ê jî 13 hezar û 662 deng standin. HDP di hilbijartinên dawî yên 7’ê hezîrana 2015’an de li bajar partiya yekemîn derket. Wisa tê texmînkirin ku Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de parlamenterekî teqez derxîne. Namzetên parlamenteriyê jî li her navçe û gundan bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Eleqeya gelên tirk, terekeme û yên din jî pir zêde ye. 
 
ÇEPÊN KESK DÊ 7’Ê HEZÎRANÊ DERBAS BIKE
 
Enerejiya namzetên Partiya Çepên Kesk dermansaz Ozgur Taniş û xwendekara zanîngehê ya 19 salî Dîcle Alturk bandora xwe li tevahiya qadên xebatan dike. Namzet dibêjin ku potansiyela Partiya Çepên Kesk a li bajar bi ser 20 hezar denga ye. 
 
‘EM Ê LI HERÎ BIXIN’
 
Ozgur Taniş diyar kir ku gund bi gund digerin û polîtîkayên Partiya Çepên Kesk parve dikin û wiha got: “Mîna zarokên di cejnê de li malan falikan kom dikin, em jî li her malê digerin. Niha li bajar ji bo partiya me eleqeyeke pir zêde heye. Sînerjiya ku partiya me çêkiriye pir xweşik e û ev yek me bêhtir nêzî serkeftinê dike. Di serî de ekolojî, li bajarê me di nava 20 salan de ji her alî ve wêraniyek hate kirin. Bajarê ku ewqas daristan lê hebûn niha vediguhere çolê. Em li bajarê sewalkarî û çandiniyê ne lê ji ber polîtîkayên îktîdarê xelk birçî ye. Mixabin gîha û çandên endemîk ên li bajar tune bûn. Ne tenê kurd lê li ser hemû gelên li bajar polîtîkayên pişaftinê hatin meşandin. Lewma îktîdar ne tenê li ser me lê li ser hemû gelan gefeke.”
 
JIYANEKE BIRÛMET
 
Bi domdarî Taniş, wiha got: “Ev 12 sal in li vî bajarî dermansaziyê dikim. Lewma bajar hinek baş nas dikim. Pirsgirêka herî mezin a bajar jiyaneke birûmet e. Îktîdarê gundên nêzî hev jî ji hev cuda kirin. Rêyên gundên alîgirên xwe qêr kirin lê yên gundên din çênekirin. Xelkê bajar, ji jiyaneke mîna mirovan mehrûm kirin. Roj bi roj wan xizantir dike. Xelk neçarî kêmtirîn mûçeyan û jiyaneke wiha dikin. Kooperatîfbûna şoerşgerî rêya xelasiya vî bajarî ye. Heke xizanî ji holê rabe, dê xelk azad bibe. Lewma xelkê mehkûmî xizaniyê dikin. Xelk jî ji neçarî koçî bajarên mezin dibe. Divê em polîtîkayên ekolojî û çandiniyê têxin meriyetê. Her wiha du deriyên sînor hene lê di bazirganiya derveyî welat de pirsgirêkên mezin hene. Divê modêleke ku ked derdikeve pêş, meclisên gel û kooperatîfan bikeve meriyetê. Xelk çareserkirina pirsgirêkên xwe dixwaze. Divê em bi ciwan, jin û hemû derdorên civakî yên bajar re bicivin û ji bo çareserkirina pirgirêkên wan plansaziyan pêş bixin.” 
 
ARMANCA WAN MEZIN E 
 
Taniş, axaftina xwe wiha qedand: “Di hilbijartinên 2015’an de derheqê me de hinek fikrên pêşdaraz hebûn lê me heta astekî têk birin.  Hinek deveran em pir dabûn zorê lê niha rewş pir cuda ye. Xelk di bin her tiştekî de hate eciqandin. Hemû kes jî li dijî vê wêraniya îktîdarê dibe yek. Li vê derê partiya herî bi îdia Partiya Çepên Kesk e. Armanca me ew e ku parlamenteran derxînin lê armanca esasî jî birêxistinkirina gel e. Heke em bikarin hafizeyeke kolektîf ava bikin, dê îdiaya me jî mezintir bibe. Heke em rastiya gel derxînin holê, em ê li vir bibin hêzeke pir mezin. Heke em di vê têkoşînê de bi ser kevin, dê her tişt bê çareserkirin. Em ji serkeftinê bi bawerin.” 
 
MA /  Adnan Bîlen