'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'

img
ÇEWLIG - Namzeta Parlementeriyê Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalli Balsakê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û got: "Ev hilbijartinê wekî şerê man û nemanê ye. Bi taybetî jî ji bo jinan pir girîng e, ji ber ku ew tim di nava civakê de rastî kiryarên nebaş tên."
 
Partiya Çepên Kesk, li gelek deveran rastî eleqeyeke mezin tê. Yek ji van bajaran jî Çewlig e. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalli Balsak ku di xebatên xwe yên hilbijartinê de tim bi zaravayê xwe kirmancî pêwendiyê bi gel re datîne, bala gelê herêmê dikişîne. Tûrhalliyê ku gund bi gund, navçe bi navçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re têkildarî hilbijartina-ên 14'Ê Gulanê û xebatên xwe yên hilbijartinê kir. 
 
'KES JI VÊ DESTHILATÊ BAWER NAKE'
 
Namzeta Parlementeriyê Cemîle Tûrhalli anî ziman ku ji roja ku li Çewligê dest bi xebatên hilbijartinê kirine heya niha rastî eleqeyeke mezin hatine. Tûrhalliyê diyar kir ku ev desthilata heyî dixwaze ser gemariyên xwe yên ku kirine binixumîne û ev tişt gotin: “Ev 25-30 roj e, li Çewligê xebateke gelekî mezin tê kirin. Li hember desthilatê bertekên gelek mezin hene. Hêviya her ferdeki civakê ew e ku ev desthilat bê guhertin, ji ber ku êdî tu tiştek ji kesî re nehiştiye. Ew tu carî ji pirsgirêkên heyî re nabin çare. Ew dixwazin ser qirêjiyên xwe bigirin, lê êdî nikarin wê jî bikin. Di gel de guhertinek gelekî cuda heye. Lê armanca me ew e ku em guhertinê dibînin. Ji ber vê gelek kes li xwe partiya me girtine. Êdî baweriya kesî bi pergala heyî nayê." 
 
Tûrhalliyê bal kişand ser eleqeya gel a ji Partiya Çepên Kesk û ji bo wan û got: "Em kolan bi kolan, dikan bi dikan serdana gel dikin. Em rastî bertekên gelek xweş tên. Em rexneyên wan guhdar dikin. Dema rexne ji mirov re tên mirov li xwe hay dibe. Em gelek caran hevdîtinê bi gel re, bi jinan re dikin û serdana saziyan dikin û me heya niha gelek buroyên jinan vekirine."
 
'EM Ê TIRSA WAN BIŞIKÎNIN'
 
Tûrhalliyê anî ziman ku desthilata heyî ji bo ku xwe li ser pêyan bihêle olê ji xwe re kiriye wekî amûrekê û wiha pê de çû: “Niha di nava gelek kesan de ev tişt tê gotin ku ev desthilata heyî olê wekî amûr bi kar tîne. Bi taybetî jî Saziyên Sivîl yên Civakî (STK), gelek caran van tiştan tînin ziman. Lê li ber kameran nabêjin, naxwazin bibin hedefa desthilê. Ji ber gelek kes xwe naynin ziman. Yanî tirseke gelekî mezin dane afirandin. Bi her awayî dikarin mirovan ceza bikin, bi taybetî jî ev tişt li ciwanan pir bandor dike. Kesên ku zanîngehê qedandine, ketine bin bandora tirsa wan ji bo karê wan ji dest wan neçe." Kesên ku bixwazin nêrîneke xwe jî bîne ziman, ew derdixin li hemberî dadgehan, wan didarizînin. Lê em ê vê tirsa wan a li ser civakê bişikînin."
 
Tûrhalliiyê destnîşan kir ku desthilata heyî her gav bi tundî tevdigere û dixwaze bi vê gel çavtirsandî bike. Tûrhalliyê bal kişand ser polîtîkayên detshilatê yên li hemberî jinan û wiha got: “Em tiştên ku tum qal dikin hemû jî bi destê desthilatan tê kirin. Ger ku di parlementoyê de cih negirin, xwe bi hêsanî nedin nasîn dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Partiya me jî tişta ku dike ev e, ji ber ku her tim jinê, navê jinê derdixe pêş em jî bi vê mebestê têdikoşin. Partiya me li hember kesên ku newekheviya zayendiya civakî dixwaze gelek tiştan dide şikandin û bi taybetî jî em dibêjin partiya me partiyeke jinan e. Li gelek partiyan ji sedî deh jin hene, lê ya me bi piranî jin in. Ger di nava wan partiyên dinê de hejmara jinan derketibe ji sedî 20-30’î, ew bi saya partiya me ye. Em tim jî vê ya dibêjin ger ku jin di nava xwe de li pirsgirêka herî mezin ku li ser jinan tê meşandin, bi taybetî jî desthilat bi zanebûnî wisa dike. Evan kiryarên ku têne kirin dibê di parlementoyê de gelek kiryar bêne guhertin. Em ji polîtîkayen dewletê yên ku li ser jinan dide kirin em ji gelek mafên xwe yên xwezayî bê par dimînin."
 
'EM Ê BELA YA MEZIN BI JINAN BI GUHERÎNIN'
 
Tûrhalli di dawiya axaftina xwe de bal kişand ev tişt gotin: “Aramanca me ew e ku em vê pergala heyî ya sed sal in ku bûye bela serê civaka kurd û rojhilata Navîn biguherînin. Em di vê hilbijartinê de teqez dibêjin serkeftin ya me ye. Ji ber ku di nava vî sed salê komarê de kurd tim ji gelên tirk re bûne wekî kol e û xizmetkar. Ev hilbijartina li pêşiya me ji bo gelê kurd gelek girîng e. Ev hilbijartin wekî şerê man û nemanê ye. Bi taybetî jî ji bo jinan pir girîng e, ji ber ku ew tim di nava civakê de rastî kiryarên nebaş tên. Mixabin di her birdoziyê de jin ji her mafên xwe yên xwazayî bêpar dimînin. Banga me li hemû jinan e ku ji me re bibin alîkar, ji lew re partiya me herî pir jinan temsîl dike. Ev desthilata heyî belaya demê ya herî mezin e. Dixwazin hemû civakê û jinan ji xwe re bikin wek koleyan. Em ê bi jinan re vê belaya mezin biguherînin." 
 
CEMÎLE TÛRHALLI BALSAK KIYE? 
 
Cemîle Tûrhalli Balsak, li bajarê Amedê hatiye dinê. Lê bi eslê xwe ji navçeya Dara Hênê ya Çewligê ye. Malabata wê di sala 1925’an de ji Çewligê koçî Amedê kiriye. Piştî demekê malbata wê cardin diçe gundê xwe. Tûrhalli, pêşdibistanê li Amedê dixwîne, dibistana navîn û ya amadehiyê jî li Stenbolê dixwîne. Li Zanîngeha Dîcley jî Fakuletya Hiqûqê kuta dike. Piştî ku zanîngehê kuta dike dizewice. Tûrhalli dayika du zarokan e. Tûrhalli parêzer e.