Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e

img
BALIKESÎR - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel ê di mitînga Edremîtê de axivî, diyar kir ku yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Partiya Çepên Kesk ban û garantiya hemû gelan e.” 
 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna sedan kesan li Qada Cûmhûriyetê ya navçeya Edremît a Balikesîrê mitîngek li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, namzeta parlamenteriyê Şevîn Coşkûn û namzetên din beşdar bûn. Girse bi al û pankartên Partiya Çepên Kesk hatin qadê. 
 
Di mitînga jin û ciwan gelek zêde tevlibûn de beriya axaftinan bi tilîliyan re govend hate gerandin. Di qadê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Li dijî faşîzmê milê xwe bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” hatin berzkirin. 
 
‘VEGUHERANDIN BAJARÊ TALANÊ’  
 
Namzeta parlamenteriyê Şevîn Coşkûn a di mitîngê de diyar kir ku 25 roj in li Balikesîrê xebatên xwe didomînin, anî ziman ku bi hemû gel û baweriyan re hatine gelhev û wiha got: “Li vir xizanî, talan û qirkirina xwezayê gelek zêde ye. Balikesîr yek ji bajarên herî zêde talana xwezayê lê hatiye jiyîn e. Ji bo rant û talanê êrişî qadên çandiniyê û zeviyên zeytûnên me kirin. Heta ku demokrasi, wekhevî û hiqûq were vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di 14’ê gulanê hilbijartin heye. Ji bo ku demokrasiyê ava bikin em dibêjin hemû deng ji Partiya Çepên Kesk re ye. Em ê bi hev re bigihin azadiyê. Em ê alên Partiya Çepên Kesk li bircên Balikesîrê bihejînin.”
 
‘DIJMINATIYA HERÎ MEZIN KIRIN’ 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ê pişt re axivî, anî ziman ku hevkariya AKP’ê û MHP’ê koalisyona xerabî, kirêtî, xizanî û zordariyê ye û wiha got: “Kesekî ku van xerabî lê nekirî maye gelo? Ji sifreya we nan û pîvaza we girtin. Bihişteke weke Çiyayên Kazê pêşkeşî alîgirên xwe kirin û hewl didin veguherînin dojehê. Qanûna elewiyan a sexte derxistin. Derdê wan ne elewîtî ye. Deng û xapandine. Desthilata AKP’ê ya milê xwe da milê nijadperestan dijminatiya herî mezin li kurdan, elewiyan, xwezayê kir. Ola îslamê îstîsmar kirin.”  
 
Temel, anî ziman ku di 14’ê Gulanê de wê bi desthilatê mezin bidin windakirin û wiha berdewam kir: “Bi dengên hûn didin em ê desthilatê bişînin sergoyê dîrokê ku careke din paşve neyê. Em ê wan wisa bişînin ku desthilateke din hewl nede zordariyê bike. Heke hûn bixwazin Tifaqa Milet jî teslîmî feraseta nijadperest, rastgir nebe, pirsgirêka kurdan û elewiyan di çarçoveya demokrasiyê de were çareserkirin, bajarê çandiniyê Balikesîr şîn bimîne, Çiyayên Kazê ji nû ve zindî bibin, yekane tişta ku hûn dê bikin Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê.”
 
JEHRBIRA FAŞÎZMÊ  
 
Temel, anî ziman ku li dijî faşîzmê yekane jehrbir Partiya Çepên Kesk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me beyankir ku em ê di hilbijartina Serokkomariyê de dengê xwe bidin kê. Lê hewl didin hişê mirovan tevlihev bikin. Ez ji vir careke din dibêjim. Yek dengê me nîne ku em bidin partiyên din. Gelê me pêvajoya berxwedaneke mezin li pey xwe hişt. Di encama vê têkoşînê de em xurttir bûn. Li dijî girtinan em zêdetir bi rêxistinin. Faşîzma ku fikirî dê me bi zext û tundiyê têk bibe, riziya. Partiya Çepên Kesk nûnera hemû gelên ku li ser vê dijî ye. Kes bila xwe xelet neke ku Partiya Çepên Kesk bi nasnameyekê, bi baweriyekê penase bike. Partiya Çepên Kesk yekane ban û garantiya hemû gelan e. Ji ber vê yekê em bang li mûxalefetê dikin; heke bi rastî jî hûn nexwazin faşîzm dîsa zindî bibe em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek û serbikevin.
 
YEKANE RÊ ÇEPÊN KESK E 
 
Her mohra li binê dara Partiya Çepên Kesk bê danîn wê bizmareke li darbesta faşîzmê be. Divê herkes amade ku di 14’ê Gulanê hevala me ya Şevîn bişîne Meclisê. Yekane rê Çepên Kesk e. Ji bo vê rastiyê em vêbejin divê em gelek bixebitin.”
 
Piştî axaftinan li ber muzîkên ku ji ser dikê hatin lêxistin govend hate gerandin.