‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’

img
MELETÎ - Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Emîn Ay ku di serdana namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê de axivî destnîşan kir ku desthilat olê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînê û wiha got: “Baweriya me ew e ku dê parastvanên heqîqet, edalet û azadiyê di hilbijartinan de bi ser kevin.” 
 
Hevberdevkên Masaya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîba Keskîn û Emîn Ay û şandeya pê re çûn serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê. Ji ber ku di erdhejê de ziyan gihiştibû avahiya Partiya Çepên Kesk, avahiya partiyê veguhestin konteynera li navçeya Çirmikê. Şande ji hêla namzetên parlamenteriyê yên bajêr û rêveberên partiye ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê jî li pêşiya konteynerê daxuyanî hate dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevberdevka Maseya Îslamê Dîba Keskîn axivî û da zanîn ku ji destpêka erdhejê heta niha bi gel re ne û alîkariyê didin. Keskîn, axaftina xwe wiha domand: “Bêguman xebatên hilbijartinê yên li cihên erdhejê û deverên din ne wekî hev in. Di heman demê de xebatkarên hilbijartinê jî mexdûrên erdhejê ne. Ji ber vê yekê me xwest em bên serdanê. Em bi hevî ne ku yên êşa vî bajarî kişandine wê di meclisê de vî bajarî temsîl bikin. Em jî careke din piştgiriya xwe pêşkeşî namzetên xwe û endamên partiya xwe yên Meletiyê dikin.”
 
‘DESTHILATÎ OLÊ WEKE ÇEKEKÊ BI KAR TINE’
 
Piştrê jî Hevberdevkê Maseya Îslamê Emîn Ay axivî û bal kişand ser bi kar anîna olê ji hêla desthilatê ve. Ay, di daxaftina xwe de wiha got: “Li dijî van hewldanên deshtilatê, em jî bi qasî ji dest tê hewl didin heqîqeta îslamê bi gelan re parve bikin. Li dijî Muaviye, em li cem Ebû Zer in. Desthilatî olê weke çekekî bi kar tîne. Vê çekê li ser navê senteza tirk-îslamê li dijî gelan û baweriyan bi kar tîne. Lê em wisa bawer dikin ku dê kesên li gel heqîqet, edalet û azadiyê di van hilbijartinan de bi ser kevin.”