Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike

img
AMED - Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd têkildarî namzetê serokkomariyê helwesta xwe zelal kir û destnîşan kir ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, guhertin û aramiyê dê di hilbijartinê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bikin. 
 
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd têkildarî Hilbijartina Serokkomariyê ya dê di 14’ê Gulanê de pêk were, helwesta xwe diyar kir û di daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina serokkomariyê de ji bo guhertin û aramiyê piştevaniya Kemal Kiliçdaroglû bikin. 
 
Berfirehiya daxuyaniya Tifaqê wiha ye: 
 
“Di hilbijartina serokkomariyê de ji bo guhertin û aramiyê em ê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.
 
DESTPÊKEK NÛ 
 
Di 14’ê Gulana 2023’yan de li Tirkiyeyê hilbijartinek xeterdar pêk tê. Ev hilbijartin ji gelek aliyan ve dikare bibe destpêkek nû. An dê Tirkiye bi pergala heyî ya otorîter ku bi şêweyeke dîktatorî tê birêvebirin, ber bi terîşeke bêbinî ve bê herikandin, an jî dê bibe destpêka nermahî û pêvajoyeke nû ku di nav xwe de guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê dihewîne. 
 
Em li aliyê guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê ne. Tirkiye di dîroka xwe de ji aliye aborî, civakî û siyasî ve di nav qeyraneke herî mezin de ye. Ev qeyran, ji gelek aliyan ve qeyraneke binyadî ye. Sedemê esasî vê qeyranê jî, ew polîtîkayên şer, tundî û înkarê ne ku di pirsgirêka kurd de tên şopandin. Ev polîtîkayên înkar û şerxwaz, ne tenê bûye sedemê bedêldayîna gelê kurd, her wiha gelê tirk jî kaşê xizaniyek dijwar kiriye û roj bi roj Tirkiyeyê ber bi hawirek tarî û otorîter ve biriye. 
 
PERGALA ECÊB DIBE SEDEMÊ PAŞKETINÊ
 
Ev pergala ecêb û nedîtî ya serokkomariyê ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê li dar e, di warê demokrasiyê de bûye sedemê paşketinek mezin e. Medya û çapemeniya azad hatiye bêdengkirin, darazî bûye çova destê desthilatdariyê, mixalefeta civakî hatiye çewisandin. Di encama kiryarên kêfkarî û antîdemokratîk bi sedan şaredar ku bi dengê gel hatine hilbijartin, bi şêweyeke bêhuqûqî ji wezîfeyê xwe hatine dûrxistin û bi serde jî, hatine zindankirin û di şûna wan de qeyûm hatine wezîfedarkirin. Bi sedhezaran kes bi biryarnameyên hukmê qanûnî ji karên xwe hatine dûrxistin û bi birçîbûnê hatine ‘terbiyekkirin’. Her wiha, bi hezaran siyasetmedar û ronakbîr ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin û cezakirin.
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Xelasbûna Tirkiyeyê ya ji vê hişmendiya xwe ya otorîter û dijberê kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê ye ku hilbijartina 14’ê Gulanê, derfetek girîng derdixe pêşberê me ku em pêkve, ji vê pergala zordest û nedîtî xelas bibin.  
 
Ji bo li Tirkiyeyê peydabûna pevajoyeke nû ku asayîbûn û nirxên demokrasiyê di nav xwe de dihewîne, em ê dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû. Em helwesta Kilicdaroglû ya ku dibêje pirsa kurd dê di parlamentoyê de çareser bibe, girîng dinirxînin. 
 
BER BI ASAYÎBÛNÊ VE
 
Li aliyê din di hilbijartina serokkomariyê de piştgirîdayîna li birêz Kemal Kiliçdaroglû, nayê wê wateyê ku em piştgiriya CHPê û Tifaqa Millet dikin. Em dizanin ku birêz Kemal Kiliçdaroglû bi tena serê xwe nikare pirsgirêka kurd çareser bike û bernameyeke wan ya rêkûpêk di vî warî de jî tune ye. Pirsgirêka kurd, dikare bi têkoşîna hevbeş ya hêzên neteweyî û demokratik yên kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkiyeyê bê çareserkirin. Hilbijartina serokkomariyê, ne ew hilbijartin e ku dê kîjan namzet, pirsgirêka kurd çareser bike û demokrasiyeke rasteqîn pêk bîne. Meseleya esasî ew e ku dê ev pergala zordest û nijadperset, dom bike an na. An dê ev pergala heyî taqeta gelên me têk bibe û Tirkiyeyê bêtir ber bi tarîtiyê ve bibe, an jî dê Tirkiye bi sazî û dezgehên xwe ber bi asayîbûnê ve biçe.
 
DA KURD DIKARIBIN HILMÊ BIGIRIN 
 
Dibe ku di rewşeke asayî de tavildest pirsa kurd neyê çaresrkirin, lê belê dê bêhn bikeve ber kurdan û bi hêsanî bikaribin birêxistin bibin û derfet bên peydakirin ku têbikoşin. Her wisa di rewşeke asayî da civakên cihê û çînên kedkar jî dê zêdetir bikaribin dengê xwe bilind bikin û pêkanîna zemîneke guncav ji bo safîkirina pirsgirekên bingehîn bi rêya diyalog û hevdîtinan hêsantir bibe.
 
HELWESTA STRATEJÎK
 
Tifaka Azadî û Demokrasîyê ya Kurd ku biryar daye di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de piştgiriya Partiya Çepên Kesk bike, bi biryar e ku di hilbijartina serokkomarî de jî li gor rastiyên civakî û hêvîyên gelê me bi helwestekê stratejik tevbigere.”