Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike

AYDIN - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay diyar kir ku civak partiya wan weke navnîşana guherînê dibîne û wiha got: “Heta niha her tim Stenbol, Enqere yan jî bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê fikriyata me li Egeyê teşe digire û dê roj bi roj xurtir bibe.” 
 
Partiya Çepên Kesk li gel bajarên Kurdistanê, di heman demê de li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî xwedî îdia ye. Yek ji van herêman jî herêma Egeyê ye. Partiya Çepên Kesk dixwaze rêjeya dengan a di hilbijartinên sala 2018’an de du qet zêdetir bike. Di vê çarçoveyê de jî li hemû bajarên Egeyê xebatên xwe bênavber didomîne. Hedefa partiyê ew e ku li Îzmîrê herî kêm 4 parlamenteran bişîne meclisê û ji bajarên Aydin û Manîsayê jî parlamenteran derxîne. Di heman demê de Partiya Çepên Kesk bênavber dixebite û hewl dide li bajarên Balikesîr, Denîzlî û Mûglayê jî dengên xwe du qet zêdetir bike. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay, têkildarî rewşa dawî ya li bajarên Egeyê bi ajansa me re axivî. 
 
'GEL TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIDIN’ 
 
Gunay, diyar kir ku herêma Egeyê cihekî xweser e ku gelek bawerî, nasname û gel bi hev re dijîn û wiha got: “Di xebatan de me dît ku ev derdorên cuda bi hev re dixebitin û têdikoşin. Di heman demê de polîtîkayên yekperestî, dijbertî û rantê yên îktîdarê jî li vir di meriyetê de ne. Em qala herêmeke ku bandora xerabiyên îktîdarê lê bûye dikin. Navçeyên weke Kuşadasi û Dîdîmê ewqas bi betonê hatine dagirtin ku mirov ji malekê tenê mala li hemberî wê dibîne. Ji bo dîtina behrê divê mirov bikeve nava hewldaneke taybet. Li Kuşadasiyê ji muslixê ava şor a behrê tê. Mirov nikare paqijiyê pê bike yan jî çayê pê çêke. Li herêmeke ku erdnîgariya wê ewqas paqij mirov nikare ji bêhnê nexweş bimeşe. Dema em li talana santralên jeotermal û fîrmayên zeytê dinêrin, dibînin bê ka îktîdarê polîtîkayeke tunekirina ekolojiyê çawa meşandiye.”
 
RUHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ
 
Bi domdarî Gunay destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê motîvasyona guherandina îktîdara AKP-MHP’ê heye û wiha pê de çû: “Her derdorên em pê re diaxivin, li benda wê rojê ne. Ji Aydinê heta Bursa, Balikesîr û Mûglayê, li her deverê xelk dibêje ku Partiya Çepên Kesk temînata demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ew jî dizanin ku partiya ku gel, jin û ciwan tê de xwedî gotin, Partiya Çepên Kesk e. Ji hemû derdoran eleqeyeke mezin bo Partiya Çepên Kesk heye. Gelek kesên beriya niha dengê xwe dabûn partiyên din niha dibêjin; ‘me dît ku ji bilî me tu kes xwedî li me dernakeve. Yên ku li cem me jî hûn in.’ Em dibînin ku ruhê 7’ê Hezîranê dîsa zindî bûye. Li herêma Egeyê rêjeya dengê me roj bi roj zêdetir dibe.” 
 
'DEMOKRASÎ DÊ JI EGEYÊ WERE’
 
Gunay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya têkoşîna li vê derê û têkbirina îktîdarê re em ê li Egeyê bingeha demokrasiyê pêş bixin. Dê di sedsala duyemîn de komara demokratîk li Îzmîr, Aydin, Manîsa, Mugla û bajarên din were avakirin. Dê hemû polîtîkayên nîjadperest, dijbertî, şer û tunehesibandinê têk bibe û were. Lewma ji hebûna Partiya Çepên Kesk a li vê derê aciz in. Ji ber ku hêvanê fikriyata me li vir girtiye. Heta niha bajarên weke Stenbol, Enqere û bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê dê fikriyata me li vir hêvanê xwe bigire, pêş bikeve û bingeha xwe xurt bike. Li bajarekî mîna Aydinê ku jin ewqas çalak û hemû barê jiyanê li ser pişta wan, hebûna wan jinedîtî ve tê û dijminatî lê tê kirin. Heke li Aydinê 2 jin biçin meclisê, dê hemû pirsgirêkên jinan ên li vê derê li wir bînin ziman. Em, ji bo guherandinê tên û dê di avakirina komara demokratîk de roleke çalak bilîzin.” 
 
MA / Tolga Guney-Kenan Koç