Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin

BEDLÎS - Namzeta Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku divê gel di roja hilbijartinê de ampulê vemirîne û sindoqan ronî bike û wiha got: “Li cihê ku ronahî lê zêde dê nekarin bidizin û em ê bi ser kevin.”

 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Bedlîsê didomin. Hedefa partiyê ew e ku her 3 parlamenteran jî bi dest bixe. Nifûsa Bedlîsê 355 hezar e û zêdetirî 210 hezar hilbijêrên wê hene. Tekane namzeta jin a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp e û di nava jinên bajar de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. 
 
Gokalp, di sala 1988’an de li gundê Lêrd ê Bedlîs ji dayik bû û zarokatiya wê li vî gundî derbas bû. Piştî ku di salên 1990’î de gundê wan hate valakirin û şewitandin, neçar man ku koçî Antalyayê bibin. Gokalp, dibistana seretayî û navîn li Antalyayê xwend. Ji Beşa Ziman û Wêjeya Inglizî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê mezûn bû. Gokalp ku li Ingilistanê perwerdeya zimanê ingilîzî dît, li Midûriyeta Pênûsa Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û li Midûriyeta Şaxa Yekitiya Ewropayê û Têkiliyên Karên Derve de xebitî. Piştî tayînkirina qeyûm jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji peywirê hate avêtin. Gokalp, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê weke aktîvîstekê xebat kirin. 
 
LÊGERÎNA JINAN A NASNAMEYÊ
 
Gokal, diyar kir ku Partiya Çepên Kesk navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û wiha ev tişt anî ziman: “Rêjeya nûnertiya jinan herî zêde di nava Partiya Çepên Kesk de heye. Di esasê xwe de partiya jinan e. Min dît ku nûnertiya jinan a li Bedlîsê ne li ser ên bajarên din e. Ji ber kevneperestî û oldariya wê, rengê jinê baş xuya nake. Lê potansiyelek heye. Beriya niha jî kedek hatiye dayîn. Lê ji ber girtin, binçavkirin û zextên dawî civakê xwe hinek paşve kişandiye. Em dixwazin jinan li bajar bêhtir dîtbar bikin. Ji bo nûnertiya wekhev a li bajar divê jin bêhtir di nava siyasetê de cih bigirin. Dema em li vir bi jinan re tên ba hev dibînin ku di nava lêgerîna nasnameyê û pirsgirêka wan a bêkariyê dibînî. Qadeke ku bikarin nasnameya xwe vebêjin nabînin.” 
 
‘DÊ HEWLDANÊN NÛ ÇÊBIBIN’
 
Bi domdarî Gokalp anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm re li Bedlîsê destkeftiyên jinan hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Mixabin hêj wan xebatan baş cihê piyê xwe nedîtibû ku derbekî giran xwar. Qeyûman ji ewil destkeftiyên jinan hedef girtin. Bêkarî û xizanî yek ji mezintirîn pirsgirêkên Bedlîsê ne. Di esasê xwe de potansiyeleke pir mezin ê çandinî û sewalkariyê ya bajar heye. Dema em çûn Meclisê yek ji hewldanan me jî dê di vê mijarê de be. Lewma heke karmendên bedlîsî yên li derveyî bajar bên vê derê û ji bo vir derfetan biafirînin dê heta asteke mezin bêkarî ji holê rabe. Dê di vê mijarê de hewldanên me çêbibin.”    
 
JI BO MERCÊN WEKHEV... 
 
Di berdewamê de Gokalp wiha got: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin û mafên kurdan ên hatine xespkirin dîsa lê werin vegerandin, min xwest di qada siyasetê de têbikoşim. Her wiha li gorî min ez bo jinên kurd deyndar im. Bi taybet jî ji bo Dayikên Aştiyê yên zarokên xwe winda kirin. Her sal bi sedan jin ji hêla zilaman ve tên qetilkirin, rastî tundiyê tên û newekheviya zayenda roj bi roj zêdetir dibe. Weke jinekê berpirsyartiya mine ku li dijî vê polîtîkaya tunekirina jinê ya îktîdarê têbikoşim. Ji bo mercên wekhev, jiyaneke aştiyane û welatekî biedalet, 14’ê Gulan mizgîniya serdemeke nû ye. Em jî diyarker ê vê serdemê ne. Hêvî, di Partiya Çepên Kesk de ye. Bedlîs, di navbera Serhed û Botanê de mîna pirekî ye. Em jî dixwazin vê pira ku bi polîtîkayên cuda hatiye texrîbkirin dîsa ava bikin û veguherînin bajarê wekhevî û azadiyê. Eleqeya gel a ji bo vê avakirinê heye. Gel bi kelecdan e û li ser vê bingehê ve ber bi Partiya Çepên Kesk ve tên. Bi rastî jî kelecan û coşa gel hêviya me pir mezin dike.” 
 
‘EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’
 
Herî dawî jî Gokalp ev tişt anî ziman: “Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya azadî, edalet, aştî û wekheviyê demekî kin ma. Em ê li Bedlisê 3 parlamenteran û li Tirkiyeyê jî zêdetirî 100 parlamenteran derxînin. Em dixwazin gelê me bi vê baweriyê li gel me cih bigire. Sindoq, vîna gel in û divê xwedî lê derkeve. Divê di roja hilbijartinê de jî gel ampûlê vemirîne û berê rojê bide sindoqan. Li cihê ku ronahî lê zêde dê nekarin diziyê bikin û em ê bi ser kevin.”