Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive

img
SEMSÛR -  Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Bulent Çinar ji bo hevdîtina bi gel re ku dê sibe were lidarxistin ev bang kir: “Her kes dê xwe di hevdîtinê de bibîne. Em ê li ser pirsgirêkên bajar biaxivin û banga me li tevahiya xelkê bajar ew e ku tev li hevdîtinê bibin.” 
 
Partiya Çepên Kesk dê sibe li navenda Partiya Çepên Kesk a Semsûrê ya li Taxa Nû hevdîtinê bi gel re bike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz,  Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder û namzetên parlamenteriyê yên Semsûrê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî dê tev li hevdîtinê bibin.
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Bulent Çinar û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Semsûrê Bekir Gurbuz têkildarî hevdîtina bi gel re axivîn û banga tevlibûnê kirin. 
 
JINÛVEAVAKIRINA BAJÊR
 
Bulent Çinar, diyar kir ku bi erdhejê re li Semsûrê wêraniyeke mezin pêk çêbûye û got ku di dema avakirinê de divê reseniya bajar bê parastin. Çinar anî ziman ku ew ê pêvajoya avakirina bajêr bişopînin û ev tişt anî ziman: “Heke lêkolînên bejahî bi plansaziyeke rast neyê kirin, dibe ku di pêvajoyên pêş de em rastî pirsgirêkên cidî bên. Her wiha ji bo plansaziyeke rast bê kirin û Semsûr jinûve bê ava kirin em jî dê tev li pêvajoyê bibin.”
 
'HEMÛ PÊKHATÊYÊN CIVAKÊ DÊ XWE DI HEVDÎTINE DE BIBÎNIN'
 
Bi domdarî Çinar bal kişand ser hevdîtina bi gel re ya sibe dê were lidarxistin û wiha pê de çû: “Dê hemû pirsgirêkên gel bên nîqaşkirin. Dê gel daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên xwe vebêjin. Ew qad dê bibe qada hemû pêkhateyên civakê. Lewma tevlibûn pir girîng e û banga me li xelkê bajar ew e ku tev li bibin. Ji ber ku dê xwe li wir bibînin.”
 
'JI BO KOMARA DEMOKRATÎK KETIN RÊ'
 
Hevserokê HDP’a Semsûrê Bekîr Gurbuz jî destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadan hewl didin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di xebatên hilbijartinê de jî em li xelkê bajar guhdarî dikin, pirsgirêkên wan diyar dikin û hewl didin ji bo pirsgirêkên wan çareseriyan pêş bixin. Di heman demê de em ê ji bo jinûveavakirina bajar bixebitin. Em di sedsala nû ya komarê de ne. Heta niha jî her tim rastî polîtîkayên tunehesibandinê hatin. Lê pirsgirêkên ku ji ber van polîtikayan derdikevin holê nîşanî me didin ku tekane çareserî komara demokratîk e. Pêdiviya civakê bi destûreke bingehîn a maf, azadî û nasnameyên cuda misgor dike heye. Lewma em bi armanca avakirina komara demokratîk ketin rê.” 
 
Herî dawî jî Gurbuz ji bo hevdîtina bi gel re ya sibe wiha bang kir: “Sibe saet di 4'an de em ê li avahiya partiya xwe ya li Taxa Nû bi gel re bên ba hev. Banga me ji bo tevahiya xelkê bajar ew e ku tev li vê hevdîtinê bibin.”