Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome

img

ENQERE - Hat diyar kirin ku li dijî Guta êrîşa çekêm kimyewî pêk hatiye. Bertekên li dijî vê yekê zêde dibin. Ev nişan dide ku dê şerê li Sûriye bi aliyekî din ve bibe. Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrîşa li dijî Guta nirxand û diyar kir ku xuya dike ku şerê li Sûriye dê demek dirêj bidome. 

Şerê li Sûriye 7 sal li pey xwe hişt û derbasî sala 8'an dibe. Ji destpêka şerê li Sûriye heta niha destê dewletên Îran, Rûsa û Sûriye di nava şer de heye. Piştî destê Tirkiye jî ket nava vî şerî şerê li Sûriye ket merhaleyek din. Herî dawî Tirkiye, Îran û Rûsya piştî civînên li Astana vê carê li Enqere li hev kom bûn û ji nûve li ser şerê li Sûriye planên nû çê kirin. Piştî Rûsya û Tirkiye li ser şerê li Efrînê li hev kirin di 3'ê nîsanê de Tirkiye û Rûsya li Akkuyu ya Mêrsînê peymana Santrala Nukleerê îmze kirin û bingehê santralê avêtin. Hat diyar kirin ku zîrveya Tirkiye Rûsya û Îranê ya di 4'ê Nîsanê de li Enqereyê pêk hat li dijî kurdan û Efrînê pêk hatiye. Tirkiye ewil li dijî êrîşên komên sunnî-selefî yên li ser Helebê bêdeng ma. Niha jî li dijî êrîşên li ser Guta sêdeng dimîne. Ev nîşan dide ku hin peymanên din îmze kirine. 
 
ÊRÎŞA LI SER GUTA NÎŞANEYA ÇI YE? 
 
Herî dawî hat diyar kirin ku Rejîma Sûriye û Rûsya bi çekên kîmyewî êrîşî sivîlên li Guta kirin. Li dijî vê yekê DYA û eniya welatên rojava bertek nîşan dan. Piştî wê li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Tayfur a Sûriye êrîşa bi fuzeyê pêk hat. Her çend DYA diyar kir ku agahiya wê bi êrîşa fuzeyê tune ye jî Rusya diyar kir ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye. Her çend DYA daxuyanî da û diyar kir ku ji şerê li Sûriye xwe vedikişîne jî niha şerekî nû tê destpêkirin. 
 
‘ŞERÊ LI SÛRIYE DÊ ZÊDE DIRÊJ BIBE'
 
Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrîşa li dijî Guta nirxand û diyar kir ku xuya dike ku şerê li Sûriye dê demek dirêj bidome. 
Ozsoy, anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku dê şerê li Sûriye demdirêj bidome. Ozsoy, bal kişand ser zîrveya di navbera Tirkiye Rûsya û Îran ya li Enqereyê pêk hat 3u wiha got: "Em baş nizanin ku bazarek çawa kirine. Lê em dibînin ku nakokiyên di nava van 3 hêzan de zêde ye. Tu hêz û vizyona Tirkiye ya çareseriyê tune ye. Yê hevsengiya Sûriye diyar dike Îran û Rûsya ye. Rûsya û Îran hewl didin pêşeroja Sûriye li gorî xwe diyar bikin. Ev xwedî vîzyon in. Tirkiye di milê pêşeroja Sûriye de ne xwedî fikr û vîn e. Gelek tawîz dane. Ji bo zextan li ser kurdên Rojava bike aşkere piştgiriyê dixwaze. Me di encama civînan û piştî wê de dagirkeriya li ser Efrînê ev yek dît. 
 
‘BIRYARA TALÎ DÊ LI CENEVRE BÊ GIRTIN'
 
Ozsoy, destnişan kir ku pêvajoya Astana dê bi pêvajoya Cenevre bi encam bibe û wiha got: "Li Sûriye ji sê paran parek kurd in. Ev par dê di pêşeroja Sûriye de xwedî mafê biryar û gotinê de bin. Niha ji nûve Fransa tev li vê hevsengiyê dibe. Ev nîşan dide ku Tirkiye-Îran-Rusya bi tena serê xwe nikarin pêşeroja Sûriye diyar bikin. Masa biryarê û encamê dê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Cenevre bê avakirin. Pêvajoya Astana dê li Cenevre diyar bibe." 
 
TENÊ ARMANCA TIRKIYE DESTKEFTIYÊN KURDAN JI DESTÊ WAN BIGIRE YE 
 
Ozsoy, bal kişand ser têkiliya Fransa û Sûriye û wiha got: "Tevlêbûna Firansa ya lîstikê tê wateya tevlêbûna NATO ya lîstikê. Niha tê gotin ku DYA dê ji Sûriye vekişe. Ev ne rast e. Derketina DYA ya ji Sûriye, dê rê li pêş temamkirina kevanê Şîî yê Îranê ku li Beyrut û Lubnanê tê avakirin veke. 
 
PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSGIRÊKA NAVNETEWEYΠ
 
Mudaxaleya Tirkiye ya Sûriye bi temamî li ser armanca ku destkeftiyên kurdan talan bike belav bike pêş ket. Lê bi mudaxaleya Tirkiye ya li dijî kurdan betir pisgirêka kurdan kir pirsgirêka navneteweyî. Di serî de mudaxaleya li dijî Efrînê û tevahiya Rojava bêtir canê kurdan diêşîne. Her êrîşa li dijî kurdan pêş dikeve bêtir pirsgirêka kurdan navneteweyî dike. Her êrîş û tundilya li ser kurdan bêtir pirsgirêka kurdan gerdûnî dike. Ev yek li Efrinê jî wisa bû û li Kobanê jî wisa bû. Ji bilî gelê Sûriye îro her kes li ser Sûrye di axive."  
 
MA / Kenan Kırkaya