Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe

img
ENQERE - HDP’a li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi hashtaga #EmAmadeNe ragihand ku ji hilbijartina 14’ê gulanê re amade ne wiha got: “Yên welat ber bi hilweşînê ve dibin, bê edaletiyê kûr dikin ji têkçûna herî mezin a dîrokê re amade bin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî ku hilbijartin dê di 14’ê gulanê de bê kirin Biryarnameya Serokkomariyê îmze kir, li ser hesaba xwe ya Twîtterê hashtaga #EmAmadeNe  (#BizHazırız) parve kir. 
 
#EMAMADENE
 
HDP’ê ev gotin parve kirin: “Ji hilbijartina dê di 14’ê gulanê de bê kirin re  #EmAmedeNe. Yên welat ber bi hilweşînê ve dibin, bê edaletiyê kûr dikin ji têkçûna herî mezin a dîrokê re amade bin.
 
#EmAmadeNe em ê vê pergala bûye kavil û ketiye ser vî welatî em ê biguherînin. Dema wê hatiye kes nikare pêşiyê li vê guhertinê bigire. Pêşeroja ronahî ku em ê bi hev re ava bikin ji niha ve li me hemûyan pîroz be. 
 
Dîroka hilbijartinê hate diyarkirin. Ji avakirina jiyana nû, serwerkirina demokrasî, aştî, ked û azadiyê û avakirina guhertina dîrokî re #EmAmadeNe.” (#BizHazırız)