HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir

img
ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser rewşa gerîlayê HPG'ê Cuma Îmen û bi pirsnameyekê bir rojeva Meclisê.
 
Di 23'yê Tîrmeha 2017'an de di şerê li çoltara Beşebaba Şirnexê gerîlayê HPG'ê Cuma Îmen dîl hatibû girtin û hatibû dikarkirin ku hatiye înfazkirin. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bi pirsnameyekê rewşa Îmen bir Meclisê û xwest Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu bibersivîne.
 
Başaran di pirsnameya xwe de diyar kir ku rojên borî vîdeoyek li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, di operasyona 23'yê Tîrmeha 2017'an de li Beşebaba Şirnexê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û ev tişt hat gotin: "Cuma Îmen ê ku leşkerên tirk ew girtine, di nîqaşa di navbera wan de: ' Şeşker. Tu teslîm bûyî iih lê mêze kir, dewlet, leşkerên dewletê, lê mêzee ke, tu teslîm bûyî tiştek bi te kirin? Cuma Îmen: Li min dixin... Leşker. Xwe ker bike kuro! Cuma Îmen: Li min dixin, ji sibehê de li min dixin. (Dema wiha dibêje leşkerên ku milê wî yê rastê girtiye li serê wî dixe) Leşker. (Li kamerayê vedigere) Vê bigire, bigire vê...' Piştre kamera tê girtin. Malbatê piştrast kir ku kesê di vîdeoyê de Cuma Îmen e, lê malbata Îmen der barê Cuma Îmen de xwedî tu agahiyan nîne."
 
Wekîla HDP'ê Başaran ji bo Wezîr Soylu bibersivîne pirsname dan meclisê û xwest der barê aqûbeta 6 kesên ku tê gotin jiyana xwe ji dest dane agahiyan bide.