Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir

img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jean Stoltonberg piştî erdheja Mereşê hate Tirkliyeyê û bi Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. 
 
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jean Stoltonberg piştî erdheja Mereşê hate Tirkliyeyê û bi Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtina ewil bi Çavuşgolû re hate kirin û piştî hevdîtinê jî daxuyanî hate dayîn. 
 
Stoltenberg da zanîn ku ji bo peyama piştevaniyê bide Tirkiye û Sûriyeyê hatiye Enqereyê û got ku NATO piştevaniyê dide Tirkiyeyê. Stoltenberg, diyar kir ku Navenda Koordînasyona Rewşa Lezgîn a NATO’yê ji roja hatiye avakirin heta niha gelek alîkarî û tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ji Tirkiyeyê re hatine şandin û wiha domand: “Li ser xaka tifaqa me, ji roja NATO hatiye avakirin heta niha mezintirîn karesata kujer pêk hatiye.” 
 
Stoltenberg, piştre jî çû Qesra Beştepeyê û bi Erdogan re hevdîtin kir.s