Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir

img
STENBOL - Endamên Desteya Şêwira HDP’ê diyar kir ku blokekirina hesabê alîkariya HDP’ê nehiqûqî ye û li dijî vê biryarê banga “helwesta xwe nîşan bide” kir. 
 
Endamên Desteya Şêwirê ya HDP’ê têkildarî doza girtina HDP’ê û blokekirina alîkariya xezîneya HDP’ê li otêlek Taksîma Stenb olê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta “Blokekirina alîkariya xezîneya HDP’ê desteserkirina îradeya hilbijartinê ye” hat daliqandin. 
 
Gelek endamên Desteya Şêwira HDP’ê yên li Stenbolê tev li civînê bûn. 42 endamên Desteyê daxuyaniya ku îmze kiribûn hat xwendin. Endama Desteyê Prof. Dr. Ayşe Erzan daxuyaniyê xwend. 
 
‘PEŞKÊ LI XEBATÊN HDP’Ê DIXIN’ 
 
Erzan blokekirina alîkariya xezîneya HDP’ê wek desteserkirina îradeya hilbijêran nirxand û di pêvajoyek ku hê doza HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome blokekirina alîkariyê nehiqûqî ye. Erzan destnîşan kir ku bi vê biryara blokekirina alîkariya xezîneya HDP’ê adeta peşkê li pêvajoya hilbijartinê ya ku tê xwestin di şert û mercên adil û wekhev ên demokratîk de bê kirin xistiye. Erzan anî ziman ku darazê bi fermana siyasetê vê biryarê daye û tu eleqeya vê biryarê bi hiqûq û edaletê re nîne. Erzan got bi vê biryarê tê xwestin ku rasterast hewldanek siyasî li hebûn û bandora HDP’ê ya hilbijartinê bê kirin. Erzan diyar kir ku di yasayê de biryara “tedbîrê” tune ye û tu palpiştek yasayî û hiqûqî ya vê biryarê nîne. 
 
BANGA ‘HELWEST NÎŞANDANÊ’
 
Erzan anî ziman ku ew vê biryara ku tu eleqeya wê bi dewleta hiqûqê û demokrasiyê re nîne qebûl nakin û got: “Operasyonên dijhiqûqê yên li ser HDP’ê, doza girtina wê û blokekirina alîkariya xezîneyê tenê ne HDP’ê û bi milyonan girseya wê eleqedar dike, di heman demê de hemû partiyên siyasî yên mualîf û hilbijêrên wan jî eleqedar dike. Em hemû kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz û edaletxwaz vedixwînin ku li dijî vê biryara bihiqûq û hewldanên tasfiyeya HDP’ê helwesta xwe nîşan bidin.”