Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen di roja 19’an a Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Ev îktîdar, pêşî li siyaseta demokratîk digire.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike û bidawîkirina tecrîda girankirî dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 19’an de berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz û Ridvan Turan tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de dovîza “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” hate hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Meclisê hate dayîn. 
 
Di çalakiyê de Parlamenter Zeynel Ozen got ku bi rêya tecrîdê hewl didin têkiliya Abdullah Ocalan a bi civakê re bê qutkirin û ev tişt anî ziman: “Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Sedema vê sepanê jî dijminatiya li kurdan e. Ev rewş bandorê li her qada jiyanê ya li Tirkiyeyê dike. Mafên makeqanûnî yên Ocalan, mafên bingehîn ên mirovî tune tên hesibandin. Mafên her girtiyekî hene. Nikare sûdê ji van mafan bigire û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bandora vê rewşê ya li ser tevahiya welêt, kedkar, gelê kurd û partiya me heye. Divê hûn bizanin ku tekane aktorê ku dikare şerê heyî bi dawî bike, birêz Ocalan e. Weke ku berê jî gotibû; ‘Dikarim di hefteyekê de şer bidim sekinandin.’ Ev hêza wî jî heye. Ev îktîdar di heman demê de rê li ber siyaseta demokratîk jî digire.” 
 
LI DIJÎ ÊRIŞAN BANG LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Bi domdarî Ozen bal kişand ser bandora tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vîna gelê kurd tune tê hesibandin. Li tevahiya şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin û rojane operasyon tên kirin. Bi hezaran mirovên me hatine girtin û di heman demê de li girtîgehan li dijî gelê kurd hiqûqa dijminatiyê di meripyetê de ye. Lewma rojane cenaze ji girtîgehan derdikevin. Qonaxa ku em tê de girîng e. Li pêşiya me hilbijartin heye. Wisa xuya dike ku ev hilbijartin dê di nava şert û mercên awarte de bê kirin. Ji ber ku şert û mercên demokratîk tune ne. Divê tevahiya muxalefetê ji van sepanên antî-demokratîk, bi taybet jî ji xebatên bo HDP’ê ji siyasetê qut bikin tên kirin re bibêjin ‘na.’ Weke ku hûn jî dizanin bi sala ye gelê me di nava şert û mercên şer de dijî. Lê tevî vê yekê jî gelê me tu carî serî netewand. Weke HDP’ê em jî hêza xwe ji gel digirin. Weke nûnerên hemû kedkar, karker, kurd, kêmnetewe û baweriyan, em ê tu carî serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Li dijî hevserokên me, hevşaredarên me û endamên me yên partiyê hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Miameleya dîlgirtiyan li wan dikin û em jî vê qebûl nakin.” 
 
‘EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN’
 
Ozen, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku li Tirkiyeyê komareke demokratîk were avakirin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê tu carî serî netewînin. Ew çiqas ji bo krîmînalîzekirina HDP’ê hewl bidin û bi Doza Kompasê ya Kobanê tawanbar bikin jî, li Dadgeha Makeqanûnê doza girtinê vekin jî em gel in. Di demên berê de jî ev yek gelek caran ceribandin lê encam? Em hîn bihêztir bûn. Ev hewldan, hewldanên vala ne. Em ê van lîstikan tevan vala derxînin. Berxwedan jiyan e, berxwedan serkeftin e. Em ê teqez bi ser kevin.”