Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî rêjeya zemên li mûçeyên karmend û teqawîdan hate kirin wiha got: “Bi salane her ku diçe qesr dewlemendtir, gel feqîr dibe.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş di parvekirina xwe ya li ser hesaba medya dîjîtal de bertek nîşanî rêjeya zemên li mûçeyên karmend û teqawîtan hate kirin da. 
 
‘QESR DEWLEMENDTIR GEL FEQÎRTIR DIBE’
 
Demîrtaş, diyar kir ku heta roja encamên hilbijartinê teqez dibin divê bi hilbijartinê rabin û rûnin û wiha got: “Ji ber ku em ê di vê hilbijartinê de tenê desthilatê ne hilbijêrin, em ê sedsala xwe ya bê diyar bikin.” Demîrtaş, anî ziman ku bi aşkerekirina rêjeyên zema li mûçeyên karmend û teqawîtan hate kirin ev yek girîngtir bû û got: “Bi salan e qesr dewlemendtir, gel feqîr dibe. Hêza ku vê biguherîne, bi milyonan kesên di bin sînorê xizaniyê de dixebitinin. Hêz hûn in.”