Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya rûniştinê ku di roja duyemîn de li ber Wezareta Dadê didomînin ev bang kirin: “Deriyên Îmraliyê vekin.”
 
Çalakiya rûniştinê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza parêzer bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin duh da destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Nûran Îmîr, Abdullah Koç, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr bi pankartên bi nivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê bê pêkanîn” , “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” , “Dawî li şer û tecrîdê bînin” , “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hatin ber Wezareta Edaletê.
 
PARLAMENTER Û ÇAPEMENÎ HATE ASTENGKIRIN
 
Polîsên ku parlamenterên hatin ber deriyê Wezareta Edaletê çalakiya rûniştinê pêk anîn asteng kirin, nehiştin li ber wezaretê daxuyanî bê dayîn. Polîsên ku ketina ber deriyê wezaretê jî astengkirin bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedan ku rojnamevan dîmen û wêneyan bikişînin. Polîsan nehiştin ku rojnamevan bikevin kolana ku wezaret lê heyî. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî negirtina qada nobetê ya rojnamevanan da û wiha got: “Bi sedemê ewlehiyê, azadiya çapemeniyê binpêkirin û destûr neda ku rojnamevan li vir daxuyaniyê bidin. Ev rewş bi awayekî zelal dide nîşandan ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê bûye. Em sansura li dijî çapemeniyê qebûl bike.”
 
ÎMRALI GIRÊDAYÎ KÎJAN HIQÛQÊ YE?
 
Taşdemîr, axaftina xwe wiha domand: “Em demekî dirêje li dijî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike AKP’ê û Wezareta Dadê vedixwînin ku hiqûqê pêk bînin. Em bi desthilateke ku hiqûq û makeqanûna xwe nas neke re rûbirû ne. Me di her platformê de bandora tecrîdê ya li ser siyaseta Tirkiyeyê bi dengekî bilind parve kir. Mixabin desthilata AKP’ê xwe di tecrîda li Îmraliyê de jî ker, kor û lal dike. 21 meh in agahî nayên girtin. An AKP ji gel re derewan dike an jî Girtîgeha Îmraliyê ne cihekî ku hiqûqa Tirkiyeyê lê derbas bibe. Girtîgeha Îmraliyê girêdayî kîjan hiqûqê ye? Heke ne girêdayî Wezareta Edaletê be, raye di destê kê de ye? Bila wê demê wê aşkere bikin. Em vê qebûl nakin. Gotin CPT çûye Girtîgeha Îmraliyê. Çûye lê hevdîtin kiriye an nekiriye em nizanin. Birêz Ocalan çima bi şandeya CPT’yê re hevdîtin nekir. Fikarên me hene. Fikarên gel û demokratên pêşeroja Tirkiyeyê difikirin heye. Divê desthilat û Wezareta Dadê têkildarî vê mijarê daxuyaniyekê bidin. Girtîgeha Îmraliyê ne girtîgeheke ji rêzê ye. Difikirin ku ev mesele dê were jibîrkirin. Ev mesele nayê jibîrkirin. 
 
‘DEST JI SÛCKIRINÊ BERDIN’
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye jî demokratîk nabe û wiha pê de çû: “Heta ku Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêkên vî welatî nikarin bên çareserkirin. Heke îro em di çirava têkiliyên mafya û siyasetê de bin û nikarin hesaba pereye ji berîka me derkeve bipirisin sedemê wê tecrîda li Îmraliyê ye. Pirsgirêka kurd e. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin demildest bê rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em bang li Wezareta Dadê dikin. Dest ji sûckirinê berdin.”
 
‘TÊKILÎ BI MAKEQANÛNÊ RE HATIN QUTKIRIN’
 
Çalakiya li ber Wezareta Dadê didome. Parlamenter ji bo daxuyaniyê bidin ber bi Deriyê Dîkmen ê Meclisê ve dest bi meşê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay a li vir axivî, wiha got: “Em tecrîda li ber Wezareta Edaletê li me hatiye kirin şermezar dikin. Ferqa vê tecrîdê û tecrîda li Îmraliyê, girtîgehan an jî tecrîda li her derê Tirkiyeyê li azadiya karker, kedkar, jin û gelan tê kirin nîne.”
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Kemalbay, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî yên desthilatê bi xeter in û wiha berdewam kir: “Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin, di serî de parêzer, malbat bi birêz Abdûllah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo li Tirkiyeyê demokrasî û aştî pêk were divê muzakere û diyalog bê destpêkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweşên giran hene divê demildest bên berdan. Daxwaza me ya azadiya girtiyên siyasî heye. Em Wezareta Dadê vedixwînin peywîrê.”