Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel diyar kir ku di navenda berxwedanê de têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê heye û got: “Ji bo tecrîd bê rakirin, em ê hemû hêza xwe sefer bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di bin şert û mercên giran ên tecrîdkirî yên Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind de tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve xeber jê nayê girtin. Li seranserî Kurdistanê û gelek welatên cîhanê ji bo xebernegirtina ji Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bigire heta gelek parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer û baro serî li Wezareta Dadê dan ku li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. 
 
Serlêdan bêbersiv tên hiştin. Her ku diçe fikarên gelê kurd û dostên wan zêdetir dibin. Bi serdana CPT’iyê ya di meha îlonê li Girava Îmraliyê pêk anîbû û ku Ocalan derneketibû hevdîtinê fikar hin bêtir zêde bûn. 
 
HDP DIKEVE TEVGERÊ 
 
HDP’ê jî ji bo xeber ji Ocalan nayê girtin û tecrîdkirina wî berxwedanê da destpêkirin. HDP’ê destnîşan kir ku ji bo hiqûq li Îmraliyê bikeve dewrê û hevdîtina parêzeran û malbatan pêk were bi hemû pêkhateyên xwe planek berfireh a çalakiyan amade kir û dikeve tevgerê. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel tecrîdkirina Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ SEFERBERΠ
 
Temel da zanîn ku nêzî du salan e tecrîda neheqî bi xebernegirtinê berdewam dike û vê yekê di nava gelê kurd û malbata Ocalan de rê li ber fikarek mezin û gumanan vekiriye. Temel anî ziman ku ev fikar û guman piştî serdana CPT’iyê zêdetir bû û gihîştiye wê astê ku ji tenduristiya Abdullah Ocalan fikar tên kirin. Temel diyar kir ku ne mimikin e gelê kurd û hêzên demokrasiye yên Tirkiyeyê pergala tecrîda li Îmraliyê qebûl bikin û ew ê li dijî tecrîdê û xebernegirtinê hemû derfetên xwe seferber bikin. 
 
‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN SIYASETA ŞER E’ 
 
Temel destnîşan kir ku ew ê bi sala nû re ew ê bi berxwedanê li dijî tecrîdê derdoran rêxistin bikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin siyaseta şer a îktidara AKP-MHP’ê ye. Ev şer li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan e. Ji ber vê yekê her ku diçe şer, êriş, dagirkerî û tasfiyeya li dijî siyaseta demokratîk zêdetirdibin. Aktorê ku herî bi hêz û bandor li dijî vê siyasetê disekine jî birêz Ocalan e. Aktorê ku dikare li dijî polîtîkayên şer çareseriyê li pêş bixe û şer ji holê rake ew e.” 
 
‘HER TEMAS DARBEYA LI DIJÎ SIYASETA ŞER E’
 
Temel anî ziman ku li dijî gelê kurd ji aliyan ve êriş hatine destpêkirin û xeleka vê ya dawî jî êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê nîşan da û got: “Aktorê ku herî zêde dikare li dijî vî şerî argûmanan û çareseriyê deyne holê birêz Ocalan e. Lewma her diyalogek û temasek bi Ocalan re darbeyek mezin a li dijî vê siyaseta şer e. Her hevdîtinek bi birêz Abdullah Ocalan re bersivek li dijî plana tasfiyeya hêzên demokrasiye ye. Di vî warî de em jî dibêjin êdî navenda xeta berxwedana li dijî tecrîdê têkoşîn heye. Ji bo em tecrîdê rakin em ê hemû hêza xwe sefer bikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştgirî bidin vê berxwedana li dijî tecrîdê.” 
 
MA / Ozgur Paksoy