Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî di bûyera îstîsmarkirina zayendî ya li dijî H.K.G.’ê de peywira xwe bi cih neaniye û wiha got: “ Berpirsyar îktîdar e.” 

 
Zewicandina keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ya 6 salî H.K.G.’ê bi yek ji murîdên cemaetê Kadîr Îsteklî re, di hevdîtinên budçeyê ya li Lijneya Giştî ya Meclisê rê li ber rageşiyê vekir. Partiyên muxalîf bertek nîşanî gotina Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya Yanik dan ku digot ji sala 2020’an ve haya wan ji bûyerê hebû û diyar kirin ku di bûyerê de berpirsyartiya îktîdarê heye. 
 
EV DU SAL IN TU KES NEHATE GIRTIN 
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç diyar kir ku tevî delîl û qeydên deng ên îstîsmarkirina sîstematîk û zewicandina H.K.G.’ê jî îdianame di nava du salan de hatiye amadekirin û wiha got: “Lê belê têkildarî bûyerê tu kes nehate girtin. Wezareta Malbatê ev du sal in peywira xwe bicih neaniye. Gelo êşa çend zarokan heta niha hatiye veşartin?” 
 
AKP’Ê HEMAN PARASTIN KIR 
 
Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Turan jî bi bîr xist ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ji sala 2020’an ve mudaxilî dozê bûye û li ser parastina mexdûrê parastina xwe kir. 
 
BEŞTAŞ: DIVIYA AKP’Ê BIZANIYA 
 
Têkildarî mijarê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî got ku bûyera qewimî pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Rojek berê wezîra malbatê li vê derê bû.  Heta ku Tîmûr Soykan ev bûyer derhî kirî, haya tu kesî ji îstîsmarkirina zarokeke 6 salî ya di bin navê zewacê de nebû. Lê haya Wezîra Xizmetên Malbat û Civakê jê hebû. Diviya haya AKP’ê jê hebûya. Di halê hazir de ew terîqet, cemaet, ew hevjînê jirêketî, bav, dayik û malbat tên parastin û hewl didin wan bêguneh nîşan bidin. Anku necezakirin heye. Wezîr li xwe mikûr hat ku ji sala 2020’an ve ji bûyerê haydar in. Di axaftina xwe ya duyemîn de got ku tiştekî wiha ne di berpirsyariya wan de ye.”
 
Beştaş herî dawî ev tişt anî ziman: “Wezîra edaletê bi xwe ev kes parastine. Hêj niha jî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî protokolan bi cemaetan re çêdike. Derheqê Cemaeta Îsmaîlaga û Weqfa Hîranûrê de hêj tiştek nehatiye kirin. Di bûyereke ku ev du sal in tê veşartin de dibêjin; ‘em ê tişta pêwîst bikin.’ Gelo dema em qala vê bûyerê dikin çend zarok rastî îstîsmarê tên? Wezîra malbatan dibêje; ‘peywira siyasetê nîne.’ Tu peywireke din a ji vê girîngtir a Meclisê nîne. Heke em nekevin pey van kesên wiha bi zarokên me dikin, wê demê siyaset bo çi ye? Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Me biryar da ku komîsyonekê ava bikin û van helwestên parastinê û veşartinê mehkûm dikin. Ne wezîra malbatan û ne jî îktîdarê peywira xwe pêk neaniye. Faîlên bûyerê niha jî li derve bi rehet digerin. Sedem û berpirsyarê ve jî îktîdara AKP’ê ye.”