KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir

img
AMED - Şandeya KCD’ê û DBP’ê di çarçoveya xebatên tifaqa Kurdistanî de serdana PDK-T’yê kirin û li ser tifaqa kurdî û êrişên li dijî çar parçeyên Kurdistanê axaftin hatin kirin. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di çarçoveya danûstandinên tifaqa Kurdistanê de serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) kirin. Mebûsê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û endamê MYK’a DBP'ê Mehmet Şîrîn Tunç jî di heyetê de cih girtin. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş û endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
 
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞAN 
 
Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew ji bo tifaqa kurd û hilbijartin pêşiya me hatine cem hev. Kardaş bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û êriş ne nû ne, ji berê ve pêk tên. Kardaş diyar kir ku bersiva herî mezin a li dijî êrişan yekitî û tifaqa kurd e û got: “Ji bo ku kembera ereb bê pûçkirin, divê gelê kurd bê cem hev.” 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YEKITIYA XWE AVA BIKIN’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî da zanîn ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û wiha axivî: “Hem di hêla siyasî de hem di hêla hiqûqî de hem jî ji hêla civakî de krîzek heye. Lî dijî vê HDP jî li ser xeta rêya sêyemîn a demokratîk dide avakirin û têkoşîna xwe mezin dike. Dîvê ku ev xeta sêyemîn bê plansazkirin û li hem qadan bê belavkirin. Ji ber vê yekê tifaqa demokratîk daniye ber xwe û li ser vê jî hevdîtînan pêk tîne. Wekî KCD û DBP ji bo em tifaqa li bakurê Kurdistanê ava bikin me dest bi xebatên xwe kir. Em ê vê xebatê li her qadê birêve bibin. Dîvê îro xeta siyaseta demokratîk a rêya sêyemîn xurtir bê birêvebirin. Îro li Tirkiyeyê 2 xetên siyasete hene lê ev xet ne pisgirêka kurd ne jî pisgirêkên jinan ne jî pisgirêkên elewîtiyê çareser nake û ji bo çareseriyê tiştek nake. Ji ber vê divê rêya sêyemîn li pêş bikeve. Demokrasî jî li ser vê xalê tê pênasekirin. Ji ber vê yekê wekî KCD û DBP’ê li Kurdistanê xebata hilbijartinê danîn ber xwe û ji ber vê yekê me xwest em serdana ewil li gel web ikin. Em ê vê serdanê ewilî li gel partiyên siyasî bikin û piştre jî li gel saziyên sivîl bikin. Heya ku qadên civakî, qadên jinan û qadên demokratîk xurt nebin, wê ev sîstema faşîzmê hilneweşe. Ji bo ev sîstema faşîzmê hilweşe, divê em tifaqa xwe ava bikin.” 
 
‘ARMANC NE PKK YE’
 
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî balê kişand ser êrişên li dijî çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Sedema dagirkirina başûrê Kurdistanê ne PKK ye. Bi çeken kîmyewî êrişan dikin û peymanên navnetewî tên binpêkirin. Dixwazin ku bi van çekan Kurdistanê tune bikin. Armanca wan ew e ku li Başûr û Rojava bêmirov bihêlin û Dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin.” 
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.