Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn

img
ENQERE - Erdogan piştî Lûtkeya G20’ê civîneke çapameniyê li dar xist. Rojnamegerekî der barê qetilkirinên ji ber bombebaranên Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê çê dibin ji Erdogan pirsî û Erdogan wiha bersiv da: "Hûn di nava nijadperestiyê de ne." 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî Lûtkeya G20’ê ya li Endonezyayê tê lidarxistin, li navenda medyayê civîna çapameniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegereke kurd ê li Amerîkayê dijiya ji Erdogan ev pirs kir: "Ez rojnamegereke kurd ê Washîngton DC’yê me. Pirsa min têkildarî Bernameya F16 ya ku Serok Biden gotiye ku ew ê vê bernameyê pêk bînin e. Gelo hûn der barê bernameya F16’ê dikarin ji me re herî dawî çi bibêjin? Û di kongreya ku dê Komarperest li dar bixin de hûn bawer dikin ku dê alîkariya daxwazên we û bernameya F16’an bikin. Û pirseke din. Gelek kes pê bawerin ku Tirkiye li bakurê Kurdistanê û li Sûriyeyê bi bombebaranan gelek sivîl kuştine û polîtîkayên gelek dijwar dimeşîne. Gelo piştî hilbijartinê dê di van polîtîkayan de guhertinek çêbibe?”
 
JI ROJNAMEVAN RE GOT: NIJADPEREST
 
Erdogan rojnameger wek “nijadperest” sûcdar kir û wiha bersiv da pirsa wî: "We got ku tirkeke li ABD’yê dijî. Ez bi vê bawer nakim. Hûn di nava nijadperestiyeke cuda de ne. Pirsa we pirsî ye vê rastiyê derdixe holê. Tu pisgirêka me bi kurdên li bakurê Kurdistanê û li başûrê Sûriyeyê dijîn re nîne. Wekî ku tu pirsgirêkeke me bi welatiyên me yên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn re tune be."