Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye

img
ERDEXAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê dan û wiha got: “Ew ji Sûsûrlûkê û 28’ê Sibatê dizanin ka lîstik çi ne.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji bo bi gel re bicive hat Erdexanê. Bûldan û kesên pê re ku çûn balafirgeha Qersê li ser rêya Xoçvan û Haskoyê hatin pêşwazîkirin. Bûldan, pişt re li ber deriyê avahiya HDP’a Erdexanê ji gel re axivî. Bûldan anî ziman ku HDP ji Edîrneyê heta Colemêrgê ji Erdexanê heta Egeyê, ji Behrareş heta Serhed û Botanê yekane partiya ku hêvî, cesaret û biryardariyê dide gelê xwe û diyar kir ku têkoşîneke mezin didin meşandin. 
 
EM QET TÊKNAÇIN 
 
Bûldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bila herkes bizane ku em têkoşîneke mezin a demokrasiyê didin. Dema ku ji bo mafên mirovan, edalet û demokrasiyê têdikoşin, em dizanin û dibînin ku yên vî welatî bi rê ve dibin, gelên Tirkiyeyê tînin li dijî hev. Ji bo vê jî em hezkirin, xwişk û biratî, hêvî û wêrekiyê ji gelên Tirkiyê re tînin. Ji ber vê yekê em bi xwe û gelê xwe serbilind in. Hûn dizanin ku di meşandina vê têkoşînê de zehmetiyên me yên mezin hene, yanî dema em têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, em bi zexta hikûmetê, astengkirina wê ya li me, şîdeta wê, li her derê û li her derdorê re rû bi rû ne. Em dizanin ku ji vê helwesta me pir nerehet in. Ji ber ku naxwazin ronîbûn û aştî were vî welatî, bi dijminatiya kurdan, demokrastiyê û jinan vî welatî bi rê ve dibin. Haya me ji vê heye. Ji ber ku em li dijî polîtîkayên wan ên şer, polîtîkayên tecrîdê, bêhiqûqî û bêedaletiyê derdikevin, ji ber ku me ew bêzar kirine, her roj me dikin hedef. Lê em qet dev jê bernadin, em qet nasekinin, em qet çokan nadanin. Bila bi vî rengi bizanin.
 
DOZÊN KOMPLOYÊ Û BINÇAVKIRIN
 
Ewqasî ji me ditirsin ku ji bo derxistina dozên komployê ya li pêşberî me dudilî nabin. Doza girtinê dozeke komployê ye. Ji ber ku ji me tirsiyan doza girtina HDP'ê vekirin. Kobanê dozeke komployê ye û tê de aktîvîstên girîng ên ku demekê li Tirkiyeyê siyaset dikirin û siyaseta Tirkiyeyê diyar dikirin tên darizandin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku koalîsyona AKP’ê û MHP’ê çiqasî ji kevneşopiya HDP’ê û HDP'ê ditirse. 
 
BERSIVA AKŞENERÊ 
 
Aliyekî din jî heye ku ji me ditirse û di heman demê de êrişa li ser me qet ji rojeva xwe dernaxîne. Seroka jin a maseya şeşan heye. Wê seroka jin ji xwe re kiriye peywîr ku her roj heqaretan li HDP’ê û kurdan bike. Axaftinên wê yên komcivîna dawî dijminatiya kurdan careke din derxist holê. Weke ku lîstik li wan tê lîstin jî bêbextiyê dikin. Lê HDP lîstikan nizane, em dikarin ku bi dagirtina girtîgehan a HDP’iyan vê yekê îspat bikin. Lê ew ji Sûsûrlûkê û 28’ê Sibatê dizanin ka lîstik çi ne. Kesên ku dijminatiya kurdan dikin bila vê yekê baş bizanin ku wê winda bikin, winda bikin, winda bikin.
 
TIFAKA KED Û AZADIYÊ 
 
HDP li vî welatî hêza çareseriyê ye, namzeta ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ji ber wê yekê gelên Tirkiyeyê ne mehkûm ne jî mecbûrî van her du bloka ne. Di pêşiya me de hin vebijêrk hene. Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke nû ku ji derdên gelê Tirkiyeyê re bibe çareserî û hêvî ye. Ev rêya 3’yemîn e. Rêya hevdîtin û yekitiyê ya rêya 3’yemîn ew e ku em bi gelê xwe re bibin yek. Em ji ber vê yekê li vir in. 
 
Dema hilbijartin nêzîk dibin berpirsyariyeke mezin dikeve li ser gelê me yê Erdexanê. Wê ev hilbijartin bibe hilbijartineke dîrokî, wê ji qezençkirin û windakirinê wêdetir pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Heta vê hilbijartinê wê bi her awayî êrişê HDP’ê bikin lê dê li hemberî xwe HDP’yeke ku serbilind û ne hilweşe bibînin. Em ji vir soz didin gelê xwe em qet dest jê bernadin û qet li hemberî wan çoknadeynin. Em ji vir soz didin hevalên xwe yên di girtîgehê de jî wê ev hilbijartin bibin encama ku hûn ji girtîgehê derkevin. Ji ber ku em dizanin hevalên me hemû dîl girtiyên siyasî ne. Qeyûmên tayînî şûna hevşaredarên me bûn jî wê gelê me di hilbijartinên herêmî de bişînin Enqereyê, bila gumana kesê ji vê yekê nebe.
 
Em ê heta hilbijartinan nesekinin, em şev û roj bixebitin. Hûn jî bi şev û roj li deriyan bixin destekî ku hûn negirin nehêlin. Em ê mezin serbikevin, bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Jin jiyan azadî.”
 
Piştî axaftinê Bûldan li nava bajêr serdana dikandaran kir.