MYK’a HDP’ê dicive

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê ji bo polîtîkaya xwe ya têkildarî nîqaşên Qanûna Bingehîn diyar bike, dicive. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Navenda Giştî ya partiyê dicive. Di rojeva MYK’ê de pakêta “mîsogerkirina qanûna bingehîn a şalpeyê” ku ji aliyê AKP’ê ve tê xwestin di destûra bingehîn de guhertin bê çêkirin, heye. MYK dê li ser vê mijarê nîqaşan bike û ji bo polîtîkaya xwe ya têkildarî nîqaşên Qanûna Bingehîn diyar bike. Tê payîn Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di nava rojê de têkildarî rojeva MYK’ê daxuyanî bide.