Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin

img
ENQERE - Di budçeyê de ji bo parastin û ewlehiyê 470 mîlyar lîra hat veqetandin, daxwaza HDP'ê ya ji bo zêdekirina budçeya Wezareta Perwerdeyê ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi 10 mîlyon lîreyî nehat qebûlkirin.
 
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya hevdîtinên Budçeya sala 2023'an a Meclîsê de, hevdîtinên Wezareta Perwerdeya Milî (MEB) duh hatin kirin. Pêşniyara Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo zêdekirina budçeya Wezareta Perwerdeya Milî bi 10 mîlyon lîreyî ji bo meşandina xebatên amadekariyê yên li ser "perwerdeya bi zimanê dayikê" nehat qebûlkirin. .
 
Di komîsyonê de ji bo sedema vê yekê jî hinceta “dijbertiya destûra bingehîn dihewîne” hate nîşandan. 
 
PARA MEZIN A BUTÇEYÊ JI ŞER RE YE
 
Tê payîn ku dê ji bo budçeya MEB’ê ya sala 2023’an re 435 mîlyar 351 milyon lîre bê veqetandin. Ji bo sala 2023’an butçeya parastin û ewlehiyê jî ji sedî 98 zem hate kirin û tê payîn ku dê bibe 470 mîlyar lîre.